Meclîsa HDP’ê ya jinan dê eniya hevpar xurt bike
- jin
- 09:02 30/7/2018
Meclîsa Jinan a HDP’ê di plangeriya nû de têkoşîna hevpar mezin bike, eniya demokrasiyê ya jin ava bike û pergal dîplomasiya jinê jî xurt bike.
Meclîsa Jinan a HDP’ê di plangeriya nû de têkoşîna hevpar mezin bike, eniya demokrasiyê ya jin ava bike û pergal dîplomasiya jinê jî xurt bike.
Aktîvîsta TJA Mekiye Ormanci, pergala Hikûmeta Serokkomariyê, qanûna OHAL’ê ya di Meclîsê hat qebûlkirin û peywirên ji bo walîtiyan hatin dayîn nirxand û got: “Dibin şert û mercên rewşa awarte de dê li herêmê OHAL’ê bidin jiyîn.”
Li Manîsayê jina bi navê A.K. ku 13 salên zewicandiye û 2 zarokên wê hene, ji ber tundiya hevsera xwe ya li dijî xwe çû qereqolê û hevserê xwe gilî kir. A.K. diyar kir ku li qereqolê polîsan jê xwestiye ku ji giliya xwe vegere.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, xeta polîtîk û têkoşînê ya jinên parlamenter di serdama nû de danin pêşiya xwe vegot û wiha axivî: “Di Meclîsê de, em çiqasî cih birin, emê ewqas jî li kolan, qad, malan û avahiyên partiyê de cih bigirin û emê têbikoşin.”
Komîsyona Zarokan a Baroya Rihayê, diyar kir ku ewê bibin mudaxilê lêpirsîna zaroka 14 salî A.B. a li Sîwereg rastî îstîsmara bira û xalê hatibû.
Endama Meclîsa Jinan a Stebolê Dîlara Gevrek, diyar kir ku ger Wezareta Jinan neyê avakirin, dê li dijî îstîmara zarok û qetilkirinên jinan çareserî neyê dîtin û got: “Di serdema nû de emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ger Wezareta Jinan tune be, em hene.”
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dîcle Ahmed, ku bi dehan êrîş û operasyonên şer şopand û dîmen û wêneyên wan kişand, şoreşa li Kobanê dest pê kir û li Rojava belav bû vegot. Dîcle Ahmed, wiha got: "Min ji nîşaniyê xwe re got: Bila Kobanê azad bibe em piştre bi hevre biçin. Ger ku em ji welatnê xwe hez dikin, em azad bikin û piştre biçin. Lê bersîva neyînî da banga min. Li ser vê yekê min dest wi berda. Kobanê di wî halî de ez nikaribûm Kobane terk bikim û biçim."
Aktîvîsta VAKAD’ê ya bi KHK’ê hat girtin Songul Ozînver diyar kir ku bi girtina sazî û dezgehên jinan û zarokan re bûyerên îstîsmarê zêde bûne û nebûna rêxistinên civaka sivîl ên piştevaniyê bidin, bêtir mexduriyetî diqewime.
Dayîka ji malbata Kureyşan Raîme Kizilkan, diyar kir ku di baweriya Elewiyan de wekheviya jin û zilam esas tê girtin û got: “Pergal dixwaze di Elewîtiyê de hişmendiya sedest ava bike. Ez ji jinên Elewî dixwazim ku rola ji bo wan hatiye dayîn, qebûl nekin.”
Li gorî Rapora Zinarê Zayendiya Civakî ya Kurevî, ji bo zinarê neqeba wekheviya firsendê ya jin û mêr bê girtin, endeksa herî girîng, zêdekirina tevlêbûna polîtîk e. Li gorî Wekîla Seroka KEFEK’ê ya serdema berê Candan Yuceerê ev zinarê navbera jin û mêr di 16 salên îktîdara AKP'ê de her ku diçe bêtir kûr dibe.
Koma Zayendiya Civakî ya ODTU, ji bo Şûle Çet ya rastî êrîşa zayendî hat û hat kuştin, bi daxwaza cezakirina kujer kampanya “#ŞuleÇetİçinAdalet” dan destpêkirin.
Parêzer Ceren Şîmşek, nîqaşên “Xesandin” û “Darvekirinê” yên derbarê bûyerên îstîsmara zarokan de, nirxand û got: “Nîqaşên xesandinê tenê tê wateya rewakirina tecawizê.”
Nivîskara pirtûka destan a Rojnamegeriya Lêkombûna Zayenda Çivakî Elif Akgul, diyar kir ku zimanê nûçeyê bandora xwe li ser teşekirina civakê dike û xwest li ziman baldar bin. Nivîskara pirtûkê Çiçek Tahaoglu jî xwest rojnameger zimanê ku hildibijêrin û pê nûçe dinivîsin her dem di lêpirsînê re derbas bikin.
Yekîneya Navenda Polîtîkayên Alternatîf, Aştî û Demokrakiyê (DEMOS) ku li Kolombiya pêvajoya aştiyê û beriya aştiyê lêkolîn kir, encala lêkolînê kirin rapor. Di raporê de hat diyar kirin ku rola jinan a di nava pêvajoya aştiyê de gelek zêde ye. Di raporê de ji bo Tirkiye pêşniyarêr aştiyê hatin kirin.
Aktîvîsta TJA Fîgen Ektî, bal kişand ser Pergala Hikûmeta Serokkomariyê û got: “Bi vê pergalê hewl didin hemû dînamîkên civakê tune bikin. Ev pergal ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye.”