'Girtiyê nexweş Yildirim nehat teyliyekirin’
- rojane
- 16:13
Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê diyar kirin ku taloqkirina tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim a ji bo 9 mehan biryareke derhiqûqî ye û xwestin Yildirim were berdan.
Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê diyar kirin ku taloqkirina tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim a ji bo 9 mehan biryareke derhiqûqî ye û xwestin Yildirim were berdan.
Civaknas John Holloway ku ji bo “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” hate Stenbolê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji doza protestoyên li dijî qeyûm de beraet kir.
Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed dê di roja ewil a “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” de biaxive.
Ji bo Alî Kaya yê HPG’î yê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê wî navçeya Kerboran a Mêrdînê şîn hat danîn.
Rêxistina DBP'ê ya Mûşê ragihand ku ew ê li dijî şopandina polîsan û tacîza ji bo sîxurkitinê ya li ser dijî rêvebirê wan Rojhat Acar, serlêdana sûc bikin.
Fîlozof Dominique Bourg, diyar kir ku beşdariya Kurdan bi rengekî çalak di siyasetê de, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst û got: “Ji bo ev îradeya aştiyane pêk were, divê gavên pêwîst ên qanûnî bên avêtin.”
Siyasetzan Ahmet Însel, diyar kir ku divê hiqûqa giştgir dawî li hiqûqa cotstandar bîne û ev tişt got: “ Pêwîst e em gavên xurt ji bo pirsgirêka Kurd û avakirina Komara Demokratîk a li Tirkiyeyê bavêjin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di hevdîtina li Îmraliyê de cih girt, diyar kir ku Abdullah Ocalan têkildarî entegrasyona HSD’ê de got: “Hêzek dê tev li artêşa navendî bibe û hêza din jî dê xeta parastina herêmî be.”
Dadgeha Îstînafê, doza ku weke hinceta tayînkirina qeyûm li şûna Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir nîşan dabû betal kir û der heqê Hazir de biryara beraetê da.
Di çarçoveya pêla duyemîn a operasyona bahîsê de lîstikvanên futbolê yên profesyonel û rêveber jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 14’emîn Konferansa Meclisa Îştarê silav kir û got ku di wê baweriyê de ye heke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser keve dê pêşiya vegera li welat jî vebe.
Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay diyar kir ku dê ji gelek welatên cuda kes tev li konferansa di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê bê lidarxistin bibin û got: “Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin.”
Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê got: "Gelê Kurd ji bo Abdullah Ocalan dibêje ew 'Rêberê me û sermuzakerevanê me ye.' Ji ber vê yekê, divê 'mafê hêviyê' were naskirin û şert û mercên ku ew karibe bi civakê re têkilî dayne werin dabînkirin."