NAVENDA NÛÇEYAN - Civaka Beluc a li Kanadayê dijîn, ji bo mafên mirovan, edalet, bihêzkirina jinan û danasîna çand û mîrateya Belucan, Kongreya Beluc a Kanadayê ava kirin.
Civaka Beluc a li Kanadayê dijîn bi awayekî fermî ragihandin ku ji bo mafên mirovan, edalet, bihêzkirina jinan û danasîna çand û mîrateya Belucan, Kongreya Beluc a Kanadayê (CBC) ava kirine. CBC, armanc dike ku dengê jinên Beluc ên li Kanadayê hem di asta neteweyî hem jî di asta navneteweyî de bide bihîstin.
Kesên ji bo rêveberiya CBC'ê hatine hilbijartin ev in: “Serokê Kongreyê Nader Baloch, Sekreterê Giştî Dr. Zaffar Baloch, Cîgirê Serok Sammy Pullain, Sekreterê Hevpar Nasir Hamadan, Sekreterê Karên Çand û Ciwanan Mir Sanjer Khan, Sekreterê Agahî û Medyayê Nissar Baloch û Sekreterê Mafên Mirovan Ellahi Bakhsh Baloch.”
Rêveber û endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî tev li kongreyê bûn û piştgirî dan.