'Ji bo dawî li şidetê bê divê feraseta heyî biguhere'
- jin
- 09:26 17/11/2018
Parêzere Azîze Kûrnaz diyar kir ku ji bo dawî li şideta li hemberî jinê bê, ji normên hiqûqî bêtir divê feraseta ev yek di xwe de dihebîne bê guherandin.
Parêzere Azîze Kûrnaz diyar kir ku ji bo dawî li şideta li hemberî jinê bê, ji normên hiqûqî bêtir divê feraseta ev yek di xwe de dihebîne bê guherandin.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya diyar kir ku şideta li dijî jinan li Meclîsê jî pêk tê û ew li kolanan li dijî şidetê dibin bersiv.
Meclîsa Jinan a HDP’ê, têkildarî gefên Soylu yên li dijî Ebrû Gunay daxuyanî da û got: “Parlamenera me Ebrû Gunay, rastiya artêşa Tirk û çeteyên OSO yên Efrîn dagir kirin, li rûyê Soylu û 300 kesên dibin navê Wezaretê de salon dagirkiribûn, anî ziman. Em natirsin û emê bêdeng nebin.”
Jinên îzmîrî bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê ji ber îktîdarê şidet zêde bûye û gotin: "Hîn bêtir hayê me ji mafên me heye. Divê em her roj li hemberî şidetê dengê xwe bilind bikin."
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Mêrsînê, bal kişandin ser pergala hevserokatiyê û destnîşan kirin ku tenê ne di 25'ê Mijdarê de ji bo parastina mafên wekheviyê û destkeftiyan divê jin her roj bi hevre têbikoşin.
Parêzerên jin sererastkirina nafaqayê ya di nav Plana Çalakiyê ya 100 Rojî ya Serokomar de ye rexne kirin û destnîşan kirin ku ev rewş ji ber feraseta mêr e û wê bi vê qanûnê jin bi temamî bi tenê bên hiştin.
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku bi mîlîttarîzma zêde bû re şideta dewletê ya li hemberî jinê jî zêde bûye. Gulum got: "Ya dê me xelas bike mekanîzmaya piştevaniyê û têkoşîna bi hev re ye." Gulum, bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li Taksîmê bin.
Aktîvîsta TJA Ayla Akat, diyar kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva bîrçîbûnê, îdîaya xwe ya aşatiyê civakî danî holê û got: “Berî her tiştî divê tecrîta li Girtîgeha Îmraliyê bê rakirin.”
TJA’yê, piştgirî da Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armaca şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir û got: “Tecrît sûcê mirovahiyê ye.
Parêzer Tûba Torûn bilêv kir ku li Tirkiyeyê qanûnên heyî di warê şideta li hemberî jinê de kêm in an jî xelet in. Torûn, diyar kir ku şideta li hemberî jinê pirsgirêkeke civakiyî ye û ji bo dawî li vê pirsgirêkê bê pêdivî bi sererastkirin û pêkanînên nû heye.
Maîle Arîç, ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê tev li daxuyaniya çapemeniyê bû ji kar hat dûrxistin got: "Di 25'ê Mijdara îsal de jî em li bendê ne hemû jin dakevin kuçeyan."
Meclîsa Jinan a KESK'ê danezana komxebata “Debar û keda Jinê" bi rayagiştî re parve kir. Jinan di danezanê de got: "Em jin dê li keda xwe ya tê dîtin û nayê dîtin xwedî derkevin. Em dê bedela krîzê nedin. Em dê bi hevre vê têkoşînê bilind bikin."
Jinên Êlihê diyar kirin ku dê ji bo 25’ê Mijdarê û hilbijartina herêmî di 18’ê mijdarê de starta xebatan bi meşekê bidin destpêkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di civîna Meclîsa Jinan a Partiya xwe de axivî û got: “Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven a ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ji ber ku tecrîta heyî, di heman demê de li dijî azadiya jinane. Emê bi jinan re tecrîtê bişkînin.”
Li gundekî Cizîrê 6 xwişk û dayika xwe bi awayek sistematîk rastî şideta 3 birayên xwe yên jinbavê û bavê xwe hatin. Qereqola gund ji şidetê re bêdeng ma. Hat zanîn ku Ayten A. ji ber şidetê hewl da întîxar bike û birîndar bû. 9 roj li nexweşxaneyê tedawî dît û jiyana xwe ji dest da. Xwişkên din li benda desteka hiqûqî ne.