RIHA - Daxwaza di mitînga 1’ê Îlonê ya Rihayê de derketî pêş, “Wekhevî û jiyana li welatekî azad” bû.
Duh li Rihayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk mitîngeheke bi coş hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tev li mitîngê bûn. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştî bangê qewimîn mohra xwe li mitîngê dan. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Êdî ji vê saetê şûnde nabe ku birêz Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyê de were hefsîkirin.”
Di mitîngê de daxwaza welatiyan jî aştiyeke mayinde û çareserî bû. Welatiyan, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku hewceye dewlet û îktîdar di çarçoveya pêvajoyê de gavan biavêje. Daxwaza hevpar a welatiyan jî “Wekhevî û jiyaneke li welatekî azad” bû.