Jinan bertek nîşanî tundiya zilaman dan
- jin
- 15:12 05/12/2017
Li Mêrsînê jinan bertek nîşanî revandina xwendekara zanîngehê Zelal Topçul a ji mînîbusê dan û diyar kirin ku dê li dijî tundiya zilam xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.
Li Mêrsînê jinan bertek nîşanî revandina xwendekara zanîngehê Zelal Topçul a ji mînîbusê dan û diyar kirin ku dê li dijî tundiya zilam xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.
Hat îdiakirin ku li Rihayê jina ciwan Ayşe S. întîhar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, tundiya li dijî jinê ya Mijdarê kir rapor. Platformê, di rapora Mijdarê de aşkere kir ku 27 jin hatin kuştin, 29 zarok rastî îstîsmarê hatin û 39 jin rastî tundiya zayendî hatine.
Ûçan Supurge û Fîlmmor ku dê di 2018'an de ji bo jinan mîhrîcana fîlman li dar bixin, wê di 10'ê Adarê de perdeyê vebikin. Endama Fîlmmorê Melek Ozman wiha got: "Wê bi piştevaniya jinan hemû bihar û jiyan bibin mîhrîcan."
Fîdan Atmaca (70) ku bi Pitikên Demalê navê xwe li cîhanê belav kir, 35 sal in li navçeya Demal a Erdexanê vê çandê berdewam dike û ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din. Atmaca, xwest ku ji bo berdewamiya vê çandê qurs bên vekirin.
Wênesaz Umran Yaman di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, wê di 27 saliya xwe de da pey xeyalên zarokatiya xwe û atolyeya wêneyan ava kir. Yaman got ku "Teqes xeyalên jinan hene. Divê kes zincîrê li xeyalê wan nexe."
Jinên dinava herî û baranê de di zeviyan de dixebetin, ji serê sibê heya tarîtiya şevê dixebitin. Jinan, diyar kirin ku berdêla keda destên xwe nagirin, lê ji ber ku li ser piyên xwe dimînin bi keyfxweşin.
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît di civîna Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê de axivî û wiha got: “Ji têkoşîna azadiyê jinê û hêza jinê ditirsin. Ji ber vê yekê divê ji her demê zêdetir jin bên gel hev.”
Tevî ku raye nehat dayîn jî, yekem car muftî li Navenda Jinê ya Nujîn a Şaredariya Bismilê ya DBP'ê mehr birî. Jinên siyasetmedar yên jin diyar kirin ku ev encama polîtîkaya AKP'ê ya li dijî jinê ye û îktîdar dixwaze 5 zarokan li jinan ferz bike.
Civîna "Asta Bilind a Edalet, Wekhevî û Jinan" di roja 2'emîn de berdewam dike. Di civînê de Seroka Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiye Canan Gullu diyarkir ku AKP ji jinan bi hêz ditirse.
Wekîla DSP'ê ya berê Gonul Saray beşdarî Lûtkeya Jinê bû, aşkera kir ku bi HDP'ê re li Meclisê jin di warê dîtinbariyê de zêde bûye û wiha got: "Piştgiriya ku HDP'ê îro dide jinê, di Meclisê de jin hat dîtin."
Danişîna doza Celal Bay û Bîrol Karacal ên li Kaynarca Emanî Al-Rahmun a 9 meh ducanî û zaroka wê ya 10 mehî qetilkirin, dest pê kir. Rêxistinên jinan ên xwestin beşdarî dozê bibin, nexistin salonê.
Jina bi navê S.A. beyî xebera wê mehra wê birîn û ji ber wê du caran xwest xwe bikuje. Kesê bi S.A. re zewicî êrîşa zayendî jî pêk anî. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê bûyer bihîst, lê bê deng ma. S.A. serî li VAKAD'ê da û niha malbat dixwazin wê dîsa bişînin gel vî mêrî.
Elmas Çakmaz a li gundê Karakuyu dijî kirasên herêmî, fîstan û kofiyan didirû. Çakmaz diyar kir ku heta ji destê wê bê dê vê çandê bide jiyîn û got: “Heke çanda me winda bibe, em ê jî winda bibin.”
Di jiyana civakiyî de feraseta mêrî ya serdest tim hewl dide ku vîna jinê tune bihesibîne.Li gel vê yekê, di çapemeniyê de jî vegotinên zayendî, şidet û nefretî tên rewakirin. Di nûçeyên tên weşandin de nasnameya jinê ya civakiyî tune tê hesibandin.