Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
- jin
- 16:25 24/11/2017
Meclîsa Jinan a Rêxistinên HDP'ê yên Îzmir û Rihayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê û tundiya li kolan, mal û qadan li dijî jinan pêk tê girêdayî hev in.