Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye

  • rojane
  • 14:49 29 Kanûn 2025
  • |
 
 
WAN - Kesên hilbijartî yên li bajarên Serhedê, ji bo mîtînga 4'ê Çileyê bang kirin û gotin ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye.
 
Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya mitînga “Hêvî û Azadiyê” de li Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi girseyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo mitînga Hêvî û Azadiyê li Amedê dicivin” hat vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Parlamenter, hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên herêma Serhedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
 
Hevşaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş metna bi Tirkî, parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî metna bi zaravayê Kurmancî xwend.
 
'AZADIYA FIZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN'
 
Sumeyye Bozê destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, deriyê qonaxên girîng vekiriye. Sumeyye Bozê destnîşna kir ku vê bangê hêviya ji bo çareseriya demokratîk, ji bo pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyeke bi rûmet ji her demê bêtir zêde kiriye û got: “Gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê, ku di bersiva bangawaziyê de hatine avêtin, di pêvajoyê de bûne sedema xalên werçerxê yên mezin. Li gel vê yekê, ji aliyê hikûmetê ve gavên berbiçav nehatine avêtin. Di vê qonaxê de, yek ji prensîbên herî bingehîn ji bo çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd ew e ku alî bikaribin di şert û mercên wekhev de bi hev re bixebitin. Pêwîstiya pêşvebirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêkanîna tavilê ya vê prensîbê hewce dike. Di vê çarçoveyê de, divê rêya ku Birêz Ocalan bikaribe di bin şert û mercên wekhev de bixebite bi misogerkirina azadiya xwe ya fîzîkî tavilê were vekirin.”
 
Sumeyye Bozê anî ziman ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ku wî di 26 salên tecrîda dijwar de li Girtîgeha Girava Îmraliyê pêşkêş kir, divê bigihîje hemû beşên civakê û wiha pê de çû: “Ev ji bo avakirina aştiyek bi rûmet girîng e. Ev ji bo pêşvebirina tifaqa Tirk-Kurd a hezar salî û vekirina rê li ber siyaseta demokratîk pêwîst e. Eşkere bûye ku pirsgirêk bi têkbirina hevpeymaniya dîrokî ya di navbera gelan de, bi înkarkirin û tunekirina ziman, nasname û hebûna gel çareser nabe. Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bangek ji bo xurtkirina vê tifaqê ye. Bangek ji bo jiyana bi hev re bi awayekî azad û wekhev li dijî siyaseta tunekirin û înkarê ye. Banga ji bo aştiyek bi rûmet e. Bi rastî, Birêz Ocalan, ji salên 1990an heta niha, bi paradîgmaya xwe koka pirsgirêkê û rêbaza çareseriya wê pêşkêş kiriye. Wî bi ramanên xwe rêbazek pêşkêş kiriye da ku ziman, nasname û baweriyên cûda bi awayekî wekhev û azad bi hev re bijîn.”
 
Sumeyye Bozê bal kişand ser azadiya izîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt gotin: “Têkiliya vê bîrdoziyê bi civakê re, bi jinan re, bi ciwanan re, bi gel re, dê derfeta civakîbûna pêvajoyê ava bike. Di vê çarçoveyê de, prensîba bingehîn di pêkanîna qonaxa duyemîn a pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, avakirina çarçoveyek qanûnî ye ji bo pêkanîna prensîba “Mafê Hêviyê” û misogerkirina serbestberdana fîzîkî ya tavilê ya Birêz Ocalan. Di vê pêvajoyê de, muzakervanê sereke yê çareserkirina pirsgirêkê, Birêz Abdullah Ocalan e. Di bin şert û mercên sînorkirî yên li Girava Îmraliyê de, pêkanîna vê pêvajoyê ne mimkûn e.”
 
BANG JI BO MÎTÎNGTA 4'Ê ÇILEYÊ
 
Sumeyye Bozê banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” û wiha bi dawî kir: “Divê astengiyên li pêşiya serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk werin rakirin. Divê ev derfeta dîrokî, ku hêviya aştiyê lê mezin dibe, neyê windakirin. Divê dezgehên siyasî û bi tevahî muxalefet şertên vê bangewaziyê bicîh bînin. Divê ev pêvajo ne bi rexneyên wêranker bi rexneyên avaker, û ne bi geşkirina neteweperestî û zayendperestiyê bi pêşxistina demokratîkbûnê, were meşandin. Misogerkirina ku partî di şert û mercên wekhev de dixebitin, pêşîniya me ya mutleq e. Di vê çarçovê de, divê Birêz Ocalan, ku yek ji aliyên têkildar e û bi mîlyonan mirov wî wekî îradeya xwe dibînin, û di heman demê de di çareserkirina pirsgirêka Kurd de serkêşê danûstandinan e, tavilê azadiya fîzîkî werbigire. Ji bo çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û misogerkirina jiyaneke azad û wekhev, werin em di mîtînga “Hêvî û Azadî” de ku dê di 4ê Çile de saet di 12:00an de li Qada Îstasyona Amed were lidarxistin, bicivin. Werin em bi dengekî bilind daxwaza xwe ya ji bo aştiyek bi rûmet ragihînin.”
 
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
 

Sernavên din

16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang