• img

    Dikandarên jin: Pir zore, lê bawerî girîng e

    • jin
    • 09:30 17/2/2018

    Zelîha Tuncer a di dikana hevjînê xwe yê Kolana herî qerebalix a Mêrsînê de axşeban çêdike, diyar kir ku dikandarî pir zor e, lê bawerî girîng e.

  • img

    'Ew pêvajoya keça min hiş be qediya’

    • jin
    • 09:27 17/2/2018

    Peywirdara Lêkolînê ya li Navenda Lêkolînên Xebatên Jinan û Zayendperst a Civakê ya Zanîngeha Kadîr Hasê Bahar Aldanmaz, diyar kir ku bertekên li dijî êrîşên zayendî û tacîzê zêde bûne û ev tişt got: "Êdî ew pêvajoya ku ji nedîtî ve dihatin û digot 'keça min hiş be' qediya."

  • img

    Jin ji bo Hêlîn Palandoken li ber edliyê kom bûn: Emê hesab bipirsin

    • jin
    • 16:18 16/2/2018

    Nûner û rêxistinên jinan beriya darizandina Mustafa Yetgîn ê Helîn Palandoken kuşt li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan. Bavê Hêlîn Nihat Palandoken got: “Em li vir ji bo hemû jinan edaletê dixwazin."

  • img

    Li wargehê gumana mirina zaroka keç

    • jin
    • 15:59 16/2/2018

    U.Ş.G. (16) a rastî îstîsmara zayendî hat û ji bo parastinê li wargeha lê dima, hat îdîakirin ku întîhar kir.

  • img

    Newroz li ku ye?

    • jin
    • 12:46 16/2/2018

    Newroz Korkmaz a 15 salî 5 meh berê li Siwêregê hat revandin. Dayika Korkmaz, Husne Korkmaz a li keça xwe digere pirsa keça xwe kir û got: “Tê gotin ku kesê keça min revandiye hatiye girtin. Keça min li ku ye?”

  • img

    ‘Li Tirkiye ji bo jinên penaber şertên guncav tune'

    • jin
    • 12:10 16/2/2018

    Seroka Komeleya Jinan a li Dijî tundiyê ya Urdunê Kholoud Khrais, bal kişand ser şert û mercên Tirkiye yên ji bo jinên penaber û wiha got: “Dema em li wargehên penaberan ên li Tirkiye digerin, em dibînin ku bi taybetî ji bo jinan şertên guncav ên jiyanê tune ye."

  • img

    Jinên dersimî çirayên xwe ji bo aştiyê vêdixin

    • jin
    • 09:54 16/2/2018

    Jinên dersimî ên di meha Xizirê de serdana cihwarên pîroz dikin û loqmeyan belav dikin, îsal çirayên xwe bi hêviya ku aştî pêk bê vêxistin.

  • img

    Hêjmara parêzerên jin di 10 salan de duqat zêde bûn

    • jin
    • 13:23 15/2/2018

    Yekîtiya Tabîbên Tirk (TBB) têkildarî zêdebûna hêjmara parêzerên jin, dane parve kirin. TBB'ê diyar kir ku di 10 salên dawî de hêjmara parêzerên jin duqat zêde bûye û ji 20 hezaran derketiye 46 hezar parêzerên jin.

  • img

    Ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd deklerasyon

    • jin
    • 12:16 15/2/2018

    Platforma Yekitiya Jinên kurd ku ji gelek beşên cûda yên jinên kurd hat avakirin, deklerasyon weşand û got: “Em yekitiya jinên kurd, li pêş berjewendiyên hemû komele, sazî, inisiyatîf, tevger û partiyên siyasî dibîn in."

  • img

    Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt

    • jin
    • 12:08 15/2/2018

    Li Saraykoyê Oktay Şahîn ê der barê wî de biryara dûrkirinê heye, hevjîna xwe û keça xwe ya 15 salî kuşt.

  • img

    Hem li mal, hem li zeviyê û hem li bazarê dixebite

    • jin
    • 09:11 14/2/2018

    Gurbet Toprak a li bazara semtê dikandariyê dike, ji bo jinan derfetên kar diafirîne û bi hev re xebatê dimeşînin. Toprak, xwest jin hewceyî kesî nebin û aşkera kir ku geh li zeviyê, geh li bazar û geh li malê dixebite.

  • img

    Jinên Efrînî daketin qadan: Em li vir in

    • jin
    • 13:30 13/2/2018

    Li Efrînê bi deh hezaran jin li dijî êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê tê meşandin meşiyan û mîtîngek bi heybet pêk anîn.

  • img

    ‘Hafîfe Temel bi salan îşkence dît’

    • jin
    • 12:39 13/2/2018

    Li navçeya Rêya Armuşê ya Wanê xizim û cîrana Hafîfe Temel a ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Temel ve hat kuştin Behîce Temel, diyar kir ku Hafîfê bi salan rastî tundiyê hat û berî bê kuştin ji ber ku neçûye hawara wê bi wijdanî êşê dijî.

  • img

    Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû

    • jin
    • 09:11 13/2/2018

    Jinên li Mêrsînê tev li perwerdehiya Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) dibin, diyar kirin ku ew li vir mafê xwe fêr dibin û baweriya wan a li hemberî wan zêde dibin.

  • img

    Midûrê tacîzkar serbest berdan

    • jin
    • 17:28 12/2/2018

    Birayê parlamenterê AKP'î û Midûrê Îdareya Koçberiyê ya Konyayê Ahmet. B. yê kutacîzî jinek koçber a Misirî kiribû serbest hat berdan.

LÊGERÎN