Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
- jin
- 10:46 01/3/2018
Jinên Botanê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê bi ruhê Binevş Agal (Bêrîvan), berxwedana Bêrîvan û têkoşîna Asya Yuksel pêşwazî û pîroz bikin.
Jinên Botanê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê bi ruhê Binevş Agal (Bêrîvan), berxwedana Bêrîvan û têkoşîna Asya Yuksel pêşwazî û pîroz bikin.
Guler Erat ku li aşxaneya Morjîn Mûtfakê ya tenê jin wê bi rê ve dibin dixebite, got: "Divê jin jî bêyî ku bitirsin li her qadên jiyanê bin."
Belkisa Aşan a ku 30 salên wê yên dawî di nav têkoşînê de derbas bûne, wekî remza kedê, şîfayê û bereketê tê bibîranîn. Aşan, ji bo 8'ê Adarê bang li hemû jinan kir, got: "Divê em bên gel hev û nîşan bidin ku em çi qasî hêzdar in."
Endama Malên Gel Zeynep Çelîk, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandin û binçavkirinên li hemberî wan jî, ew ê bi berxwedan û têkoşînê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî bikin û got: "Em ê di 8'ê Adarê de nîşan bidin ku em dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin."
Jinên endamê KESK'ê, ya Enqereyê têkildarî pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê li li dijî tundî, binpêkirina mafên mirovan dakevin qadan û bêjin "Cîhanek din pêkan e"
Walîtiya Amedê destûr neda çalakiyên 8’ê Adarê yên ku Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê di navbera 1-10’ê adarê de li derve li dar bixin.
Jinên endamên KESK’ê ya Edeneyê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir.
Li Mêrdînê jinan dest bi xebatên çalakiyên 8’ê Adarê kir û gotin ku ew ê bi 8’ê Adarê polîtîkaya tecrîdê bişkînin.
Sekretera Jinan a Malên Gel Nebiye Mertturk, diyar kir ku li dijî jinan êrîşên pir dijwar hene û xwest hemû jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan û mafên xwe biparêzin.
Jinan banga mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Îstasyona Amedê kir û diyar kirin ku ew ê li dijî feraseta jinan li malê heps dike dê di 8’ê Adarê de li qadan bin.
Behiye Nayir, dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, ji bo pîrozbahiyên 8'ê Adarê got: "Em ê di rêça ku Pakîzeyan vekir de têkoşînê berdewam bikin."
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku di bin şertên OHAL’ê de jinan salek dijwar derbas kir û got: “Em ê şer rawestînin. 8’ê Adarê dê bibe wesîla vê yekê. Ji bo demokrasî, maf, edalet û azadiyê em ê li kolanan bin.”
Parêzer Mavîş Aydin bal kişand ser îstismarên zayendî û sererastkirina "bikêriya kîmyawî" û ev tişt got: "Dê ev rêbaz pirsgirêkê hêj xirabtir bike. Bi vê polîtîkaya pêşiya lîncê vedikin."
Mîna Qazî ya di civaka Kurdistanê de wekî "Dayê Xanim" tê zanîn, di dema avabûna Komara Kurd a Mahabadê de pêşengiyeke girîng kiribû. Îro jinên Efrînê berxwedana Mîna Qazî dewam dikin.
Platforma Jinan a Dicle Amed, bernameya 8'ê Adarê ku di navbera 1-10'ê Adarê de pêk bînin bi raya giştî re parve kir. Jin dê di 8'ê adarê de li Amedê mîtîngê pêk bînin. Platforma Jinan a Enqereyê jî dê bi şîara “Em bi piştevaniyê bi hêz dibin, Jiyanê bi Rêxistin dikin" dê di 4'ê Adarê de pîrozbahiyê pêk bînin.