Meclîsa Jinên Sûriyê: 119 jin li Efrînê hatin revandin
- jin
- 15:01 27/5/2018
Meclîsa Jinên Sûriyê, li Qamişlo der barê destdirêjiyên komên OSO yên di kontrola Tirkiye de li Efrînê pêk tîne, daxuyanî da. Meclîsê diyar kir ku piştî Tirkiye ket Efrînê li Efrînê 119 jin hatin revandin. Meclîsê da zanîn ku piştî bi zorê Efrîn vala kirin 6 hezar malbatên komên OSO li Efrînê bi cih kirin û ji rêxistinên navnetewî xwest ku destûr nedin demografiya Efrînê bê guhertin.