COLEMÊRG - Rêveberiya Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê bi hinceta ku li ser telefonê binpêkirinên mafan vegotiye, der heqê girtî Mûstafa Geylanî de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.
Binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 2ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê didomin. Girtiyê bi navê Mûstafa Geylanî, li ser telefonê behsa binpêkirinên li girtîgehê bo malbata xwe kiribû. Rêveberiya girtîgehê, bi îdiaya ku bi parvekirina van agahiyan re “rê li ber tirs û fikaran vekiriye”, der heqê Geylanî de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.
Mûstafa Geylanî ku di sala 1999’an de ji hêla Guristanê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin, cezayê muebbeda girankirî lê hate birîn. Geylanî, li ser telefona bi birayê xwe Fahîr Geylanî re behsa binpêkirinên li girtîgehê kir. Di hevdîtinê de Geylanî got ku di 11, 16 û 19’ê Kanûnê de lêgerînên odeyan ên di asta îşkenceyê de hatine kirin.
Fahîr Geylanî jî têkildarî rewşa kekê wî jiyayî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû. Piştî vê nûçeyê, rêveberiya girtîgehê bi îdiaya “rê li ber tirs û fikaran vekiriye”, der heqê Geylanî de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin. Li gorî agahiyên malbatê dane, Geylanî got: “Ji ber ku min binpêkirinên li vir begotin, der heqê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Bi îdiaya ‘rê li ber tirsê vekiriye’ lêpirsîn vekirin. Rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî odeyên me vala dike. Li her odeyê rêbazekî lêgerînê ya cuda bi kar tînin. Dibêjin ‘heta nîvsaetê amade bin.’ Saet di 04.30’an de me hişyar dikin. Tevî ku me daxwazname dane jî bi heman rengî tevdigerin. Bi taybet jî saetên serdanan guherandin û teng kirin. Em rastî îşkenceyeke psîkolojîk tên. Bi vê yekê re ne tenê malbatên me, îşkenceyê li me jî dikin.”
Malbata Geylanî jî got ku dê der heqê rêveberiya girtîgehê de serlêdana sûc bike.
