Jinên HDP’î şahî li dar xistin
- jin
- 10:16 23/6/2018
Rêxistina HDP’ê ya Aydinê, li navçeya Efeler bi tevlîbûna namzetên jin şahiyek li dar xist.
Rêxistina HDP’ê ya Aydinê, li navçeya Efeler bi tevlîbûna namzetên jin şahiyek li dar xist.
Aktîvista kampanya "Em Ji Sedî Zêde ne" Yasemîn Ozgen, diyar kir ku di qada siyasetê de jin wekî vîtrîn tên destgirtin û xwest jin vîna xwe di siyasetê de bidin xuyakirin. Ozgun, diyar kir ku ji bo di hilbiartinê de lîstik û hîle neyên kirin dê biçin dengê xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ji girtîgehê bi rêya parêzerên xwe ji malpera Vanîty Faîr Îtalyayê re axivî û got: “Di 24'ê Hezîranê de hilbijartinek girîng li pêşiya Tirkiyeyê ye."
Jinan da zanîn ku ew ê bi reng û tîlîliyên xwe tev li mitînga HDP’ê ya Amedê bibin û gotin “Wê Amed carek din daxwaza azadiyê qîr bike.”
Li Mêrsînê gelek jin ji bo debara xwe bikin ji sibê heta nîvro karê Serayan dikin. Jinên ku berê karê sera dikirin karê xwe ava kirin. Yek ji van jinên bi xwe karê xwe ava kirin û debara xwe dikin Dayika 79 salî Fatma Yangin e. Yangin, li dijî betaliyê bi xwe karê xwe ava kir.
Dê HDP roja yekşemê li Bakirkoya Stenbolê mîtîngekê li dar bixe. Jinan ji bo beşdarbûyîna mîtîngê bang li herkesî kirin û gotin: “Em bang li jinan hemûyan dikin ku di 17’ê Hezîranê de ji poltîkayên AKP’ê yên dijminatiya jinan dikin bêjin temam.”
Namzeta HDP'e ya Stenbolê Elîf Bulud xwe wekî “Karkera Bi Qirava Spî ya di Sektora Tekstîlê de dixebite" pênase kir û diyar kir ku ger têkeve meclîsê dê berî her tiştî pirsgirêkên karkeran bibe meclisê û li wir çareser bike.
Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak a girtî tê darizandin, ji girtîgehê bang li jinan kir û xwest ew bi hevre dîrokê binivîsin. Kişanak, xwest ku ji ber serkeftina 24'ê Hezîranê 7'ê Hezîranê hesûdiyan bikin.
Besîme Konca ya HDP’î di Mihrîcana Jinan a Sakîne Cansiz a Swêd de axivî û got: “Jinên Kurd dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hişmendiya tekparêz û netewperest di sindoqan de veşêrin."
Li Cizîrê, xebatkarên buroya hilbijartinê ya jinan a HDP’ê ku ji aliyê bi sedan kes ve hat vekirin, bê navber xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Jinan, diyar kirin ku ew saetekê bi tenê jî li malê narûnin û gotin: “Em ê vê desthilatdariyê bi rûxînin.”
Namzeta HDP'ê ya Kiriklarelî Diren Cevahîr Şen ku bi nasnameya xwe ya ekolojîst, feminist û parêzeriyê tê nasîn, diyar kir ku ger bime wekîl, dê di serî de li dijî serdestiya mêr û talankirina ekolojiyê têbikoşe.
Namzçeta HDP'ê ya Aydinê Ayfer Demîrel, ku bi salan e li dijî zilm û zordariya li ser jinan tê meşandin têdikoşe, diyar kir ku ew sozê nadin jinan û bang li jinan dikin ku bi hevre li dijî zilmê têbikoşin û bi hevre zilmê bi dawî bikin. Demîrel, anî ziman ku dê ewil li dijî tiryakê têbikoşe.
Hilbijêrên HDP'î yên navçeya Qelqeliyê ku sindoqên wan hatin guheztin, bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Jinên Qelqeliyê jî diyar kirin wekî ku 6 kilometre diçin dervê gund pincar kom dikin dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Li Wanê hema bêje kesên bi semaweran çay çêdikin û difiroşin hemû mêr in. Lê belê jina bi navê Xecê Pejan li Beşyolê binî semawerê xwe pêxist û dest bi firotina çay kir.
Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku parlamenterên mêr tim di meclîsê de şer dikin û got: “Em jin ji bo vê yekê biguherînin tên.”