‘Herî zêde jin ji krîzê bi bandor dibin’
- jin
- 09:22 17/12/2018
Doç. Dr. Melda Yaman bal kişand ser gotinên hikûmetê yên “Krîz tuneye” û got: “Li dijî krîzê têkoşîn dayîn, di hemê de li dijî desthilatdariya zilam jî têkoşîn dayîne.”
Doç. Dr. Melda Yaman bal kişand ser gotinên hikûmetê yên “Krîz tuneye” û got: “Li dijî krîzê têkoşîn dayîn, di hemê de li dijî desthilatdariya zilam jî têkoşîn dayîne.”
Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef Nûrgul Turkmen, diyar kir ku her roja diçe sedefkarî paşve diçe û got: “Ji ber kriza aborî malzeme pir giran bûne. Em hewl didin li ser piyan bimînin.”
TJA, derbarê êrîşa bombeberana hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Mexmûr û Şengalê de daxuyanî da. TJA'yê bertek nîşanî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da û got:"Êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê nîşaneya hedefgirtin a avakirina civakek azad e."
Jinên di forma “Krîz, Jin û Keda Jinê” ya KEÎG’ê de kom bûn, li ser pirsên “Krîzên derbas bûyî çi fêrî me kirin? Di vê krîzê de çi li benda me?” nîqaş kirin.
TJA’yê, diyar kir ku dê tu carî nekarin bi êrîş û binçav kirinan têkoşîna jinan a mafdar a li dijî tecrîdê bêdeng bikin û got: “Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê wê bidome."
Meclisa Jinan a HDP'ê, êrîşa polîsan a li dijî jinên bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin ketibûn grevê, şermezar kirin. Jinan anîn ziman ku tecrid li dijî demokrasî û çareseriyê ye û wiha gotin: "Em jin li dijî tecrîdê tu carî serî natewînin û emê têkoşînê bilintir bikin."
Koma Jinan a Parlamentoyê ya HDP'ê, operasyonên polîsan ên li dijî avahiyên HDP'ê yên Wan, Êlih û Amedê û binçavkirina aktîvîstên TJA yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn grevê, şermezar kirin. Koma Jinan a HDP'ê ya Meclîsê, diyar kirin ku tekoşîna wan dê bidome û wiha gotin: "Ji bo em tecrîda îmraliyê bişkînin em dê bibin yek û heta dawî têbikoşin. Em dê tilîlî û têkoşîna xwe bilind bikin.
Hunermend saadet Sorgûnlû ku dibêje "kinc jî bîra bedenê ne" bi pêşangeha xwe ya bi navê Bişikifî" ew û hunerhezan hatin cem hev. Sorgûnlû kincan diguherîne, wan derbasî ser formê dike û ji nû ve şîrove dike. Wê Sorgûnlû derameta pêşangehê bide Akademîsyenên Aştiyê.
Aktîvîstên TJA, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvan û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin, li avahiya HDP'ê ji bo 3 rojan ketin greva birçêbûnê. Piştî çalakiyê, polisan bi TOMA û maşîneyên zirxî avahiya HDP'ê dorpêç kir û bi ser avahiya HDP'ê de girtin.
Li gorî rapora meha Mijdarê ya KCDP’ê, zilaman 31 jin kuştin. Di raporê de hat diyar kirin ku li Tirkiyeyê dinava 19 mehên dawî de 652 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.
Aktîvîstên TJA, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin a di roja 33'yemîn de berdewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Girtiyê Girtîgeha Tekîrdagê Yusuf Candemîr ê 26 salî ku hêj 15 salî bû hat girtin, niha li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava koma duyemîn de ketiye çalakiya greva birçîbûnê. Dayika Candemîr Zeydî Candemir, diyar kir ku ew li pişt çalakiya kurê xwe ye xwest rayedarên dewletê daxwazên wan bibhîzin û bibînin.
Endama Meclîsa HDP'ê Feray Mertoglu, diyar kir ku cîhanek ku jin lê azad û wekhev bijîn tenê bi avakirina îtîfaqa jinan pêkan e û wiha got: "Em bi îtîfaqek pir berfireh amadekariya hilbijartinê dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin namzet."
Aktivîstên jin ên KCD, HDP, DBP'î û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo destekê bidin Leyla Guven û girtiyên siyasî wê bi daxwaza "Daxwazên wan daxwazên me ne" ji bo 3 rojan dest bi çalakiya grevaa birçîbûnê bikin.
Li Amedê Rojbin Yetîş ji aliyê hevjînê xwe Mahsun Yetîş ve bi kêrkirinê hat kuştin.