Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
- jin
- 09:25 28/2/2019
Pêkhateyên DAKAP'ê, wê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê mîtîngekê û gelek çalakiyan li dar bixin. Wê DAKAP, pêşî serdana jinên bazarvan bike.
Pêkhateyên DAKAP'ê, wê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê mîtîngekê û gelek çalakiyan li dar bixin. Wê DAKAP, pêşî serdana jinên bazarvan bike.
Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi slogana "Ji bo azadiya xwe em di berxwedanê de ne; li dijî krîz, şer û şidetê em li qada ne" dê li qada bin.
Platforma Jinan a Enqerê, bi şîara “Em bi piştevaniyê li dijî krîz, şer, tundî û newekheviyê bihêzin û jînê bi rêxistin dikin” dê di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Endama Platformê Yûrdagul Çabat, got; “Emê li dijî êrîşên li ser mafên me yên hatine qezenckirin, ji bo maf û jiyana xwe bên gelhev.”
Jinan, bilêv kir ku îktîdar bi bilêvkirina xwe ya mîlîtarîst cihêkarî û nefretê zêde dike û tekane rêya li dijî van polîtîkayan jî bi çalakiyan xurtkirina têkoşînê ye.
Platforma Jinan a Rihayê têkildarî hilbijartina herêmî beyannameya xwe eşkere kirin û gotin: "Em bajarên dostaniyê ji jinan re bike û jin dikaribin lê bijîn û mafê starbûnê dixwazin."
Pêşnûmaya "efûya zewicandinê" beriya hilbijartinê careke din ket rojevê. Parêzer Dîren Cevahîr Şen, diyar kir ku divê jin li dijî vê tev bigerin û zemînên rêxistnbûyînê biafirînin.
Jin û xwendekarên mamoste Kubra ya li Mêrsînê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, diyar kirin ku gotinên desthilatdariyê û polîtîkayên ne cezakirinê cesaretê dide zilaman. Jinan, dan zanîn ku heza tundiya zilam xelas bike, piştevaniya jinane.
Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu destnîşan kir ku zîhniyeta zilam a desthilatdar li dijî saziyên xwestin xwe bidin rûniştandin mudaxele hat kirin û got: “Li dijî vê yekê pergala hevserokatiyê heye û di nav gel de tê pejirandin. HDP bi israr e pergala hevserokatiyê û pergala jinê bixe meriyetê.”
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir.
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, çû serdana Leyla Guven a ku ev 108 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di kêliya serdanê de Leyla Guven dema rojnamegerên jin dîtin hestiyar bû û got: "Dema ku ez we dibînim Gurbetelî û Deniz tên bîra min. Hûn bibin dengê hevalên me yên li girtîgehan."
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bi beşdarbûna Merva Demirel a rastî tacîza polîsekê hat, li meclîsê bi boneya 22'emîn salvegera darbeya "Post Modernê" civîna çapemeniyê li dar xist. Kaya, bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yê polîsê tacîzî Demîrel kir parast, da û got: "Em ji kesên ku dijminatiya jinê dikin re, dibêjin haydê meydan."
Komîsyona Jinan a KESK’ê, helwesta xwe ya derbarê hilbijartina herêmî de eşkere kir û got: “Ji bo hişmendiya qeyûm deng tuneye. Emê deng bidin partiyên dinava siyasetê de cih didin jinan, tevlîbûn û temsîliyeta jinan esas digirin.”
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, tacîza zayendî ya polîsê li dijî Merve Demîrel bi van gotinan nirxand: “Nêrîna dewletê ya ji bo jinan diyar dike. Di heman demê de divê ÎHD pêvajoya hiqûqî bide dest pê kirin.”
Jinên ciwan ên HDP'yî li Amedê konferansek li dar xistin û "faşîzma desthilatdar" nîqaş kirin. Jinên ciwan gihîştin biryara dê di şexsê Leyla Guven de ji pêvajo re bibin bersiv û polîtîkayên zayendiya azadîxwaz berbelav bikin.
Bi hinceta ewlehiyê mafê bikaranîna 40 hezar jinên li sitargehan dimînin tê astengkirin. Dildara Mor Çatiyê Bûrcû Çolak, destnîşan kir ku ev yek binpêkirina mafan e û got: "Divê li hemû navçeyên sitargeh lê hene sindoq bên danîn û divê agahiyên der barê van sindoqan û jinan de veşarî bin."