Yekitiya Hezên Şoreşger li Dersîmê buroya jinan vekir
- jin
- 10:20 06/3/2019
Namzetên Yekîtiya Hêzên Şoreşger a Dersîmê buroya hilbijartinê ya jinan vekirin.
Namzetên Yekîtiya Hêzên Şoreşger a Dersîmê buroya hilbijartinê ya jinan vekirin.
Namzetên HDP'ê yên hevşardariyan ên jin ku li ber Girtîgeha Mêrdînê starta 8'ê Adarê dan gotin: "Em ê bi biryardariya Leylayê têkoşîna xwe bilind bikin."
Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan, dirûşmeya wan a 8'ê Adar îsal 'têkoşîna hevpar' e. Atasoy, destnîşan kir ku divê hemûn bi vê armancê bibin dengê Leyla Guvenê.
Wê di 8'ê adarê de bi dirûşmeya "Ev serhildaneke feminîst e" Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bê lidarxistin. Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkkeleş, ji bo meşê bang li jinan kir û got: "Çawa ku Leyla Guven bû Xizira vî welatî, em jî hemû jinan vedixwînin ku di 8'ê Adarê de bibin Xizir."
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameyek pêk anîn. Jinan di bernameyê de diyar kirin ku wisa hatiye û wisa naçe. Li Şirnex û navçeyên wê, jinan ji girtiyên jin re kart şandin. Li Dersimê jî jinan bang li hemû jiyan kirin ku tev li şahiyan bibin.
Dayika Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ê li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, Mîhrîban Koç a 88 salî, diyar kir ku 30 sal in kurê xwe nedîtiye û got: "Ger tecrîd rabe, wê hesreta min a 30 salan jî bi dawî bibe."
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber binçavkirina berxwedêrên ku roja Yekşemê dest bi greva birçîbûnê kirin, nerazîbûn nîşan da û got: "Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê yên bêdeng kirin.
Endama MYK'ê ya SKM'ê Nadiye Gurbuz diyar kir ku jin li Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û di 8'ê Adarê de rojeva wan sereke tecrîd e, wê xwedî li çalakiya Leyla Guven derkevin û deng bidin grevên birçîbûnê.
Ayşe Yaman a di şertên giran de karê berhevkirina kartonan dike diyar kir ku ew rojê 12 saet dixebite û ew ê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi xebitandinê pêşwazî bike.
Berdevka Meclîsa Jinan a Îzmîrê Semar Ûzûnok, diyar kir ku îsal li gel roja 8’ê Adarê, di roja wan de daxwazên girtiyan û Leyla Guven a 117 rojin di greva birçîbûnê deye hene û got: “Emê li qadan daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê dene, qîr bikin. Ji bo vê me li Îzmîrê heftaya jinan îlan kir.”
Leyla Guven peyam ji mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya bi dirûşmaya “Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û tundiyê em li qada ne" ya li Bakirkoyê hat lidarxistin şand û got: “8’ê Adarê dê bibe roja mîzgîniya azadiyê.”
Komîsyona Jinan a TMMOB’ê, dê di çarçoveyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 116 rojina di greva birçîbûnê deye û banga tevlîbûna mîtînga Amedê li jinan kirin.
Jin ji bo mitînga 8'ê Adarê diherikin Qada Bakirkoyê. Jin wê bi reng û kelecana xwe daxwazên xwe qîr bikin.
Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan a ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar e diyar kir ku wek mîna beriya qeyûman dê piştî 31'ê Adarê jî dê bi pêkanînên polîtîkayên jinan ku ji cîhanê re bibin mînak pêk bînin.
Jinên li dor dirûşmeya "Jinên piştgiriyê didin Leylayê û dibin dengê wê" hatin cem hev û kampanyayek dan destpêkirin, diyar kirin ku ji bo Leyla bijî divê ew hîn bêtir bitêkoşin û gotin: "Divê em daxwaza Leylayê li her derî belav bikin."