KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
- jin
- 09:03 16/2/2019
Seroka KA.DER'ê Nûray Karaoglû, anî ziman ku ger partiyên siyasî di hilbijartina herêmî de di warê temsîliyeta wekhev de wekî HDP'ê samîmî bin dikarin pergala hevserokatiyê an jî pergalên bi vî rengî di mekanîzmaya xwe ya hundurîn de pêk bînin û got: "Eger îtifaqa partiyan ji îtifaqa li ser esasê zilamtiyê bê dûrxistin û ji bo aramiya civakê bê veguherandin û jinan esas bigirin, wê çareserî bi rihetî pêk bê."