Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
- rojane
- 15:21 05/11
Li Bedlîsê di çalakiya "darbeya siyasî" ya 4'ê Mijdarê de, daxwaza berdana girtiyên Doza Kobanê û şandina qeyûman hat kirin.
Li Bedlîsê di çalakiya "darbeya siyasî" ya 4'ê Mijdarê de, daxwaza berdana girtiyên Doza Kobanê û şandina qeyûman hat kirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya Girtîgeha Sîncanê xwest girtiyên siyasî bên berdan û wiha bang li îktîdarê kir: “Em bang li îktîdarê dikin ku li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere.”
Waniyan bang kir ku biryara DMME'yê ya der barê siyasetmedarên Doza Kobanê de esas bê girtin û daxwaza berdana siyasetmedaran kirin.
Ji bo Agît Akgun ê HPG'î ku li Zapê jiyana xwe ji dest da, li Tetwanê şîn hat danîn.
Li Elbakê Hîkmet Çaprazê ku li nuqteya cendirmeyan got 10 deqîqe berê nasname hatine kontrolkirin, 5 leşkeran ew kelemçe kirin û lê dan.
Der heqê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Şirnexê Adnan Şenbayram de ku li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burak Ercan ê li Cizîrê tacîza zayendî li xwendekaran kiribû tev li çalakiya nobetê bûbû, lêpirsîn hate destpêkirin.
Di çarçoveya "bertîlê" ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, 8 kesên din jî hatin binçavkirin.
Îtîraza CHP’ê ya li dijî biryara tayînkirina qeyûm a li rêxistina wan a Stenbolê hate redkirin.
Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ku piştî qeyûm tayinî şûna wan hat kirin û hatin girtin, di danişîna ewil de serbest hatin berdan. Hevşaredaran bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku ew ê ji bo aştiyeke birûmet têbikoşin.
Girtî Yûsûf Bîrkan bal kişand ser binpêkirinên mafên û got: "Piştî pêvajo bi ruh û can bû, wan dest bi helwesteke neyînî kir."
Siyasetmedar Ziya Pîr diyar kir ku beşdariya xurt a li mîtînga ku dê di 8'ê Mijdarê de li Kolna Almanyayê bê lidarxistin, dê destê Abdullah Ocalan xurt bike û got: "Werin em hemû di 8'ê Mijdarê de ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan doza mafên xwe bikin."
Danişîna doza Burak Ercan ku li Cizîrê ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokan tê darizandin dê di 20’ê Mijdarê de bê lidarxistin. Rêveberiya Ji Ewil Zarok û Jin Arzu Sena Topuz, got: “Divê em bi bîra zarokan bixin ku ne bi tenê ne.”
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku meclis a ku yek ji faktorên herî mezin ên derketina holê ya pirsgirêka Kurd e, divê di warê çareseriyê de roleke pêşeng bilîze û got: "Qanûnên entegrasyonê yên ku bên amadekirin jî, divê li gorî hewcedariyan bin."
Cenazeyê endamê HPG'ê Kemal Selîmî yê ji rojhilatê Kurdistanê, 5 sal berê li Şirnexê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Ev bû 5 sal cenazeyê Selîmî bi îdiaya, "cenaze tune ye" nadin malbata wî.
Serokê Konseya Çerkesya ya Yekbûyî akademîsyen Balkar Sekçuk Baglar, bal kişans ser pêvajoya heyî û got: "Li gorî fikra min, ev pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk ê piralî û dûr ji nêzikatiya tekparêz û netewperest firsend e."