NAVENDA NÛÇEYAN - Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan ragihand ku li Sûriyeyê binpêkirinên mîna qetilkirin, revandin, tundiya zayendî, girtin û talankirina milkan, berdewam in û daxwaza hesabpirsînê kir.
Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Thamin El Xitan, di daxuyaniya li Cenevreyê da de diyar kir ku li Sûriyeyê ligel qetilkirin, revandina mirovan, tundiya zayendî, desteserkirin, talankirina milkan û koçberkirina bi darê zorê, binpêkirinên wekî sînordarkirina azadiya raman û civînê didomin.
Herwiha destnîşan kir ku hin ji van kiryaran li dijî civakên taybet ên Elewî, Durzî, Xiristiyan û Bedewî pêk hatine û ji ber zêdekirina gotara nefretê gur bûne.
El Xitan rave kir ku tevlêkirina komên çekdar ên berê di nav hêzên ewlehiyê yên nû de bi lez û bez hatiye kirin, û daxwaza reforma sektora ewlehiyê li gorî standardên mafên mirovan kir.
Herwiha El Xitan da zanîn ku pêdivî bi lêpirsînek serbixwe, berfireh û zelal heye li ser hemû binpêkirinên berê û yên niha û xwest ku berpirsiyar werin darizandin.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Volker Turk, banga çareserkirina sedemên bingehîn ên binpêkirinan kir, û diyar kir ku “lêpirsîn, dadmendî, aştî, ewlehî û mafên qurbaniyan şertên bingehînin ji bo serkeftina pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê. “
