Berdevka Meclîsia Jinan a HDP'ê Taşdemir: Em jin bi hevre tên hesab bipirsin
- jin
- 09:41 17/11/2018
Rêxistina HDP'ê ku lez dide xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî, hewl bide bi îtîfaqa jinan, reng û vîna jinê di siyasetê de çalak bike. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dilan Taşdemîr, li ser xebat û amadekariyan got: "Em dixwazin di hemû mekanizmayên siyaset û jiyanê de reng û vîna jinê jî hebe. Ji ber vê yekê em hemû jin bi hevre tên."