Zilaman şidet kir, qerekol bêdeng ma û mirin pêk hat
- jin
- 09:13 11/11/2018
Li gundekî Cizîrê 6 xwişk û dayika xwe bi awayek sistematîk rastî şideta 3 birayên xwe yên jinbavê û bavê xwe hatin. Qereqola gund ji şidetê re bêdeng ma. Hat zanîn ku Ayten A. ji ber şidetê hewl da întîxar bike û birîndar bû. 9 roj li nexweşxaneyê tedawî dît û jiyana xwe ji dest da. Xwişkên din li benda desteka hiqûqî ne.