'8’ê Adarê roja serhildanê ye’
- jin
- 13:00 08/3/2019
Endama Navenda Sepan û Şêwra Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Semra Balyan got 8’ê Adarê roja piştevaniyê û serhildanê ye.
Endama Navenda Sepan û Şêwra Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Semra Balyan got 8’ê Adarê roja piştevaniyê û serhildanê ye.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê bi çalakî û şahiyan hate pîrozkirin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi boneya 8'ê Adarê daxuyanî da û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li her çar perçeyên welat jinan tu carî li ber pergala baviksalarî serî netewandiye û wê netewînin.
Sazî û platformên jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî û şahiyan li dar xistin û li dijî zîhniyeta baviksalar a rûxandinan pêk tîne peyama têkoşîna biryardariyê hat dayîn.
Komek Jin li Cadeya Gevran a navçeya Yenîşehîrê, rê li trafîkê girtin û dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila Leyla Guven bijî” berz kirin.
Jinên Rojnameger, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sernavê "Ger ku jin raweste, dê jiyan raweste" daxuyanî dan û piştgiri dan çalakiyên grevê yên jinên Tirkiye û cîhanê. Jinên rojnameger, anîn ziman ku ew li dijî feraseta ku medya ku mêr serdest nîşan dide û jinê tawanbar dibine derdikevin."
TJA, diyar kir ku ewê li dijî hemû zordariyan têbikoşin û banga tevlîbûna mîtîngên 8'ê Adarê yên li Amed, Wan û Êlihê sibe bên lidarxistin, li jinan kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, rapora Meclisa Jinan a HDP'ê ku der barê qeyûman de bi sernavê “Qespa rêveberiya herêmî ya Azadiya Jinê" bi raya giştî re parve kir. Buldan, diyar kir ku ew dê dawî li hişmendiya qeyûm ya qespê bînin û wiha got: "Teqez tekoşîn û berxwedana tifaqa jinan dê bi ser bikeve. Jin bi meşek heybet dimeşin û tên."
Hevseroka Rêxistian HDP’ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu bi boneya 8’ê Adarê bang li jinan kir û got: “Îro bi bi beşdariya sedan jinan û girtiyên siyasî beşdarî greva birçîbûnê ya Leyla Guven pêşengiya wê dike bûne û têkoşînê mezintir kirine.”
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên navçe û Bajarê Mezin a Wanê, ji bo ku bibin dengê Leyla Guven, hemû jin dawetî mîtînga sibe ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, kirin.
Jinên Kedkar, ji bo Leyla Guven gotin: "Leyla Guven, jineke ji çîna me ye, hevrêya me ye. Divê bijî."
Remziye Karagoz ku li Taxa Mûradiye ya navçeya Rezanê, navê xwe li ber keyatiyê danî, diyar kir ku tevî hemû gefan jî wê navê xwe daniye û got: "Naxwazim jin bên eciqandin. Ez ê bi ser bikevim."
Komîteya Jineolojiyê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, yekemîn Navnda Jinelojî li ser asta herêma Firatê li bajarê Kobanê bi merasîmek girseyî vekirin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin. Jinên HDP’î yên kincên xwe yên rengîn li xwe kiribûn, qûrnefîl ji jinan belav kirin û name ji jinên girtî yên di greva birçîbûnê dene re şandin.
Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi armanca deng bidin Grevên Jinan a Navneteweyî ku di 8'ê Adarê de pêk bînin, bi hişyariya “Ger jin rawestin jiyan radiweste" banga "Haydê tu jî were deng bide greva jinan" kirin.