Ji TJA peyama Newrozê: Em bibin lehî û biherikin qadan
- jin
- 13:12 20/3/2019
TJA'yê Cejna Newroz li gel pîroz kir û got: "Em hemû jin bibin lehî û biherikin qadên Newrozê û mizgîniya serkeftina berxwedanê biqîrîn.
TJA'yê Cejna Newroz li gel pîroz kir û got: "Em hemû jin bibin lehî û biherikin qadên Newrozê û mizgîniya serkeftina berxwedanê biqîrîn.
Gullu Karadag ku di gelek çalakiyên ekolojîk de cih digire û li Zeytînkoyê wekî "Bereket Ana" tê naskirin, behsa projeyên xwe yên ji bo keyatiyê kirin.
Jinan diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ketine asteke krîtîk û gotin: "Bidawîbûna tecrîdê, hêşînbûna axê ye. Hatina Newrozê ye. Mifteya aştî, mirovatî, wekhevî û azadiyê di destê Birêz Ocalan de ye."
Li Kadîfekaleyê amadekariyên Newrozê didomin. Jinan diyar kir ku ew ê bi ruhê têkoşîna Rahşan Demîrelê biçin Qada Gundogdûyê û gotin: "Em ê bibin dengê Leyla Guven."
Jinan bilêv kir ku divê şaredarî ji bo jinan qadên îstihdamê biafirînin û gotin: "Em şaredarîvaniyeke ku qîmetê dide jinan dixwazin."
Li Cizîrê, ji niha ve jin ji bo Newrozê amadekariyên xwe yên kincên gelêrî dikin. Terzî Kûrdê Aşkin, diyar kir ku herî zêde kincên spî yên rengîn tên tercîhkirin.
Berdevka Meclîsa Jina ya DTSO'yê Nevîn Îl, diyar kir ku newekheviya civakiyî herî zêde di qada aboriyê de xwe dide der û got: "Di bingeha hemû şideta li ser jinê de aborî heye. Wê Meclîsa Jinan cesaretê bide jinên muteşebîs."
Tevgera Jinên Azad (TJA), bertek nîşanî êrîşa ku li dijî meşa jinan a li Taksîmê pêk hat da û got: “Em li dijî dagirkeriyê bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin.”
Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê 128 rojin berdewam dike. Jinên ku piştgirî dan çalakiya Leyla Guven gotin: "Divê em hêz, deng û berxwedana Leyla li her qadên ku em lê dijîn û kar dikin belav bikin.
Di 8'ê Adarê di dema Meşa Şevê ya Feminîst de polîsan êrîşî jinan kiribû. Jinan bertek nîşanî vê mudaxileyê kirin û gotin: "Em zêde dibin û tên."
Aktîvîsta TJA’yê ya di çarçoveyek lêpirsîna navenda wê Amed bû hat girtin û bi hêceta “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin di danişîna ewil de hat berdan.
Jinên Îdirê diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê li her deverê welat bi şiklek giran tê hîskirin û gotin: “Ev berxwedan ji bo me hemûyan e.”
Li taxa Akşemsettin ya Navçeya Eyûbiye ya Rihayê namzeta muxtariyê Yildiz Yildiz ya 45 kalî li dijî 11 namzetên mêr yên muxtariyê têdikoşe. Yildiz, diyar kir ku hem ji bo çareseriya pirsgirêkên malê û hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên taxê têdikoşe û ji ber vê yekê ji aliyê gele Taxê ve hatiye pêşniyarkirin û wiha got: "Ez dixwazim bibim mînaka jinek serkeftî."
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 12 jin ev 12 rojin di greva birçîbûnê dene.
Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê. Dinava 48 kesên ji bo Meclîsa Jinan bên hilbijartin de, dê serok û desteya rêveber bên hilbijartin.