AMED - Li navçeya Xana Axparê zarokekî 10 salî dema ji bo lîstikê dixwest têkeve mizgeftê, ceyranê girt û jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Kanîpankê yê navçeya Xana Axparê ya Amedê, zarokê 10 salî yê bi navê Hasan Gulçer, ji bo lîstikê derkete ser sîwana mizgefta ku hêj avahiya wê xilas nebûbû. Gulçer, li vir ji ber kabloyên tazî ceyranê girt û bi giranî birîndar bû. Welatiyan Gulçer rakir Nexweşxaneya Dewletê a Xana Axparê û ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Selaheddînê Eyyûbî ya Amedê hate kirin. Gulçer, rexmê midexileyan jî jiyana xwe ji dest da.
Der barê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.