STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Stenbolê bi dezgehên çapemeniyê yên navneteweyî re hevdîtin kir.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Stenbolê bi dezgehên çapemeniyê yên navneteweyî re hevdîtin kir.
DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Nêrîna DEM Partiyê ya têkildarî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, şerê di navbera Îsraîl û Îranê de û geşedanên li herêmê hate parvekirin. Hevserokên me yên giştî, diyar kirin ku şer û pevçûnên li herêmê dê nebin çareseriya tu pirsgirêkan û gotin ku tekane rêya çareseriyê modela Aştî û Civaka Demokratîk e.”