NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney bi daxuyaniyekê got: “Îsraîl dê cezayê xeletiya xwe bikêşe. Îran dê aştî û şerekê hatiye ferzkirin qebûl neke.”
Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de di roja 6’an de didome. Her du alî jî êrişî hevd dikin. Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney banga neteweyî kir. Axaftina Hamaney ji hêla televîzyona dewletê ya Îranê ve hate weşandin. Hamaney, di peyama xwe de got: “Îsraîlê xeletiyeke mezin kir û dê encamên wê bijî. Îran dê binpêkirina qada xwe ya hewayî efû neke.”
HAMANEY: ÎSRAÎL DÊ CEZAYÊ XWE BIKÊŞE
Hamaney, bi domdarî ji bo êrişên Îsraîlê wiha got: “Divê Amerîkayî bizanin ku dê telafîkirina xesarên mudaxileyeke leşkerî dê rê li ber vekin tune bin. Divê Amerîkayî bi vê baş bizanin; miletê Îranê dê bi tu awayî teslîm nebe û bêguman dê telafîkirina xesarên mudaxileyeke leşkerî rê li ber vedike nebin. Çawa ku miletê Îranê li dijî aştiyeke hatiye ferzkirin e, bi heman awayî dê li dijî şerê hatiye ferzkirin jî rabe û dê weke milet li dijî van zextan teslîm nebe. Îsraîl dê cezayê xeletiya kirî bikêşe.”