Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
- aborî-ked
- 13:13 08/2/2020
Li gorî rapora ÎSÎG'ê, di meha Çileyê de 3 jê zarok, 7 jê penaber herî kêm 112 karkeran, dî cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora ÎSÎG'ê, di meha Çileyê de 3 jê zarok, 7 jê penaber herî kêm 112 karkeran, dî cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
12 qeyûmên tayînî şûna endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin, derbasî AKP'ê bûn. Di civîna ewil de meaşê Cîgirê Şaredar Mûhammet Akar ji 185 TL'yî kirin 11 hezar TL.
Li Antakyayê, welatiyê bi navê A.Y., li ber walîtiyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” xwest întîxar bike.
Ferhat Karakaş ku dema di fabrîkayê de dixebitî destê wî ket ber makîneyê anî ziman ku gava ji nexweşxaneyê sewqî nexweşxaneyeke din hatiye kirin ambulans nehatiye peydekirin. Rayedarên nexweşxane û fabrîkay jî ji bo van îdiayan gotin, tiştekî wisa tuneye.
Tûtinfiroşên Semsûrê, destnîşan kir ku hikûmetê çav berdaye nanê wan û gotin: "Bi qanûna tûtinê mafê me yê jiyanê ji destê me tê girtin".
Şaredariya CHP'î ya Seyhana Edeneyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên çandiniyê Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Pirsgirêkên Çandiniyê ava kir.
Stenboliyan, ji ber fiyetên tim tên bihakirin gilî û gazind kirin û gotin: "Ji krîz neyê dîtin divê mirov kor be".
Li Qersê, her diçe sewalvanî û çandinî kêm dibe. Cotkar Erdal Karakoç, got: "Heger pîşesazî û çandiniya welatekî rûxiyabe, ev tê wateya ku aboriya vî welatî jî rûxiyaye. Êdî em nikarin bêhna xwe jî vedin".
Duyemîn Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê, pêkanîna Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya zêdegirtina heqê rê ya ku kesên qertên wan ên bi aqil tune, rawestand.
Parazvanên mafê jiyanê û endamên Koordînasyona Ya Kanal Ya Îstanbul, li dijî Projeya Kanal İstanbul bi hişyariya "Di nava 2 deryayan de jiyan heye" 11 kilometreyan meşiyan û bal kişandin ser encamê û talankirina ekolojiyê.
Welatiyên tên bazara Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, gelek jê destvala vedigerin malê û piraniya esnafan jî bêyî serfetihê bikin dezgehên xwe digirin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, fiyetê avê ji sedî 42 buha kir. Welatiyan bertek nîşan da û gotin: "Her kes deyndar e. Wê mirov çawa vî deynî bidin. Pere tuneye, kar tuneye. Qeyûm barê li ser bara ye".
Dîwana Mûhasebatê, nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tespît kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2018'an di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de, 112 milyon û 41 hezar û 600 TL ketiye bin deyn.
Li Farqînê 76 cotkarên endamên Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê angaşt kirin ku rayedarên Kooperatîfê kaxizên vala bi wan dane îmzekirin û 15 milyon lîreyê wan xwarine. Cotkar dê giliyê rayedarên kooperatîfê bikin.
Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ku di destê AKP’ê de ye, ji ber fikra esnafan li ber çavan negirt û li gorî xwe bazara nû çê kir, esnafan bertek nîşan da. Esnafan bazara nû wekî "Axurê sewalan" pênase kir û bertekên xwe anîn ziman.