ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
- aborî-ked
- 12:17 06/4/2020
Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎG’ê di meha adarê de 14 karker ji ber vîrûsa koronayê û bi giştî 113 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎG’ê di meha adarê de 14 karker ji ber vîrûsa koronayê û bi giştî 113 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Sekreterê Rêxistina Înşaetê-Îş’ê Yûnûs Ozgur, diyar kir ku teahûdnameya “Ger di xebatê de, ez bi vîrûsa korona bikevim berpirsiyarê wê ezim” bi karkerên înşaetê didin îmze kirin û got: “Tekane çareserî karker derkevin destûra bi mûçekar û şantiye bên girtine.”
Nûnerên xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê diyar kirin ku karker ji ber şewba vîrûsa corona di bin rîskekî mezin de kar dikin, lê dîsa ekîpmanên parastinê nadin karkeran.
Rêvebirê Dev Saglik-Îş'ê Cûmalî Bolat, diyar kir ku vîrûsa coronayê cihêkariyê nake, lê belê Wezîrê Tenduristiyê di navbera kedkarên tenduristiyê de cihêkariyê dike. Bolat, xwest xebatkarên paqijiyê, nihêrvanên nexweşan, hemşîre û sekreterên tibbî yên di statuya 4-D'yê de jî daxilî statuya sermayeya veberhênaniyê bên kirin.
Serokê VOSÎAD'ê Şemsettîn Bozkûrt, ji bo pakêta aborî ya di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûa coronayê de hat aşkerekirin got, pir dûrî pêdiviyên jiyana pratîk e.
DEDAŞ'a ku berê bi hinceta deynê ceryanê dest danîbû ser ser desteka ji bo mazot, gubre û tovan a cotkaran, niha jî desteka gundiyan a ji bo golikan bloke kiriye.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 650 TL ji meaşê karkerên nexweşînên wan ê kronîk hene û ji ber vê destûra îdarî ji bo wan hatiye dayîn biriye. Li gorî giştînameya serokomariyê diviya ji meaşê van kesên navborî tiştek nehata birîn.
Serokê Gişetî yê Haber-Senê Musa Ozdemîr, diyar kir ku hikûmet nikare pêvajoya şewba vîrûzê bi rêve bibe û wiha got: "Kedkarên kargo yên bi şewba vîrûsê ketine hene. Ji ber ve yekê divê ji xeynî derman û maskeyan pêdiviyên zêde ji ser înternetê neyê xwestin.
Şaxa BES'ê ya Amedê diyar kir ku kedkar di bin riska vîrûsa corona de kar dikin û xwest xebitandina kedkaran da di bin rîskê rawestînin.
Aborînas Zafer Yoruk, têkildarî bandora şewbê ya li ser aborî û sektorên fînansê diyar kir ku piştî şewbê dê di sektorên fînansê de qeyran û kaos pêş bikeve. Yoruk, da zanîn ku bi vê yekê dê di jiyanê de guhertinên mezin pêş bikeve.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê bertek nîşanî pakêta darazê ya ku cudahiyê dixe nava girtiyên siyasî û edlî û wiha got: "Eger ev vîrûs bigêje girtîgehan dê wekî AKP'ê cudakariyê nexe nava girtiyan."
Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkûn, diyar kir ku li Bendava Alpaslan a Mûşê li dijî şewba vîrûsa koronayê bergirî nehatine girtin û wiha bertek nîşan da: “Ger karkerek tenê jî, ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyarî hikumet û karderên. Ev mirin wê bibin wateya cînayetên kar.”
Esnafê Qada Îtfaiyê k udi bin rîsqa vîrûsê de dijî, di heman demê de bi rîsqa hilweşandinê re jî rû bi rû ye. Serokê Komeleya Piştevaniye Tûrgût Ûslû got ku vîrûsa wan cudaye û di tevahiya pêvajoya cemaweriyê de li dijî vîrûsê têkoşiyane.
307 Karkerên ku li saziyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitin, ji bo derbasbûna kadroyê 3 caran ketin mulakatê û ji aliyê rêveberiya qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin, daxuyaniyek dan çapameniyê û piştgirî xwestin.
Karkerê tenduristiyê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nexweşiyên Sing û Cerahiyê ya Dr. Sûat Seren dixebite, diyar kir ku rojê maskeyek digirin û ji bilî maske tiştekî parastinê nadin wan.