'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’

img
AMED - Di doza jinûvedarizandinê ya têkildarî qetilirina Mehmet Sîncar de ev 6 sal in hêj biryar nehatiye dayin. Parêzer Mehdî Ozdemîr ev rewş weke “pêvajoyeke ku faîl diparêze tê meşandin” nirxand. 
 
Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de ji bo lêkolînkirina qetilkirina endamên partiyê Habîp Kiliç û Hikmet Kiliç, çû Êlihê. Sîncar, tevî Rêveberê Rêxistina DEP’a Êlihê Metîn Ozdemîr hate qetilkirin. Di 3’yê Mijdara 1996’an de li navçeya Susurlukê ya Balikesîrê qeza çêbû. Di rapora têkildarî qezayê de hate gotin ku Sîncar û Ozdemîr ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” û îtîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hatiye qetilkirin. Lêbelê ne ji damezirînerên JÎTEM’ê Mahmût Yildirim hate dîtin ne jî kesên din hatin darizandin. 
 
Di 17’ê Çileya 2000’ê de jî li navçeya Beykozê ya Stenbolê operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonê de serokê Hîzbullahê Huseyîn Velîoglû hate kuştin. Her wiha çekek hate dîtin û hat tespîtkirin ku di kuştina Sîncar de hatiye bikaranîn. Di operasyonên li dijî Hîzbullahê de hinek tetîkkêşên Hîzbullahê li xwe mikûr hatin ku di cînayetê de tetîkkêş Cîhan Yildiz û Ejder Arpa yên Hîzbullahî cih girtine. Li ser vê yekê ji bo Yildiz û Arpa biryara girtinê hate dayin. Di doza Yildiz de cezayê muebbeda girankirî hate dayin. DMME’yê jî ji bo DGM’an destnîşan kir ku endamên wê yên leşkerî hene û bi vê boneyê biryara “binpêkirina mafê darizandina adilane” da. Piştî vê biryarê, parêzerê Yildiz serî li AYM’ê da û serlêdana wî hate qebûlkirin. Di 2’yê Cotmeha 2019’an de jî Yildiz li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin û hate tehliyekirin. Doz, nêzî 6 sal in didome lê hêj jî mutalaa nehatiye pêşkeşkirin. Danişîna 16’emîn a dozê jî dê di 18’ê Kanûnê de were lidarxistin. Gumanbarê din ê dozê Ejder Arpa jî hêj nehatiye girtin. 
 
'DIVÊ EV KOMKUJÎ BÊCEZA NEYÊ HIŞTIN’ 
 
Ji parêzerên dozê Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku di dosyaya Sîncar de lêpirsîneke baş nehatiye kirin û pêvajoya jinûvedarizandinê ku 6 sal in didome jî bi demê re tê vehêlandin. Ozdemîr, got: “Cîhan Yildiz tetîkkêş e lê ji bo piştperdeya cînayetê, kesên sor kirin û tespîtkirina berpirsyaran darizandinek nehate kirin. Divê qetilkirina Sîncar, di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de were nirxandin. Mîna cînayetên kiryarnediyar ên di salên 90’î de, di cînayeta Mehmet Sîncar de jî faîl bi polîtîkaya necezakirinê tên parastin.” 
 
'HEWL DIDIN FAÎL BIPARÊZIN’ 
 
Ozdemîr, da zanîn ku jinûvedarizandina Yildiz, di çarçoveya polîtîkaya dewletê de ku tevahiya tetîkkêşên Hîzbullahê ber dide de ye. Ozdemîr, wiha domand: “Her çend di destpêkê de dadgerek leşker jî be, ji bo adilbûna darizandinê rewşek derneketibû holê. Cîhan Yildiz, bi hincetên vala hate tehliyekirin. Di pêvajoya 6 salên darizandina jinûve de tenê parastina Cîhan Yildiz girtin. Lê hemû daxwazên me hatin redkirin. Ev pêvajo 6 sal in tê dirêjkirin û bi zanebûn vedihêlin. Cîhan Yildiz, di vê pêvajoyê de bi rehetî digere. Ev yek nîşan dide ku hewl didin faîlî biparêzin.” 
 
'LI CIHÊ HEVRÛBÛN NEBE AŞTÎ JÎ NABE’ 
 
Ozdemîr, got “Heke dewlet cînayetekê ronî neke, ev ji bo wê ye ku naxwaze ronî bike” û wiha pê de çû: “Ji salên 90’î heta niha ev rewş didome. Di dosyaya Mehmet Sîncar de jî hewl didin faîlan biparêzin. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayeke dewletê ya hevrûbûnê tune ye. Di vê pêvajoyê de hewceye ji ewil bêedaletî û bêhiqûqî ji holê bên rakirin. Ji bo vê jî divê bi pêvajoya salên 90’î re hevrû bibin. Heke edalet pêk neyê, faîl neyên tespîtkirin û neyên darizandin û cezakirin, hevrûbûnek jî dê çênebe. Li cihekî hevrûbûn nebe, aştî jî nabe.” 
 
Ozdemîr, axaftina xwe wiha qedand: “Gelek dozên têkildarî cînayetên salên 90’î vehêlandin û bi xetereya demborînê re rû bi rû hiştin. Gelek dosya jî hatin girtin. Diviyabû ev cînayet, di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bihatina hesibandin. Divê xetereya demborînê ji holê were rakirin, faîl bên tespîtkirin û bên darizandin. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tişta ji ewil divê were kirin ev e; divê bêhiqûqtiyên di salên 90’î de yên bi destê dewletê hatine kirin ji holê bên rakirin û ji bo hevrûbûnê pêvajoyeke darizandinê bê destpêkirin. Ji bo tespîtkirin û darizandina faîlên Sîncar û komên li pişta wan em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel 
 
 
 

Sernavên din

16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê