• img

    Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan

    Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tevî hemû êrişên pergala mêr-serdest jî di sala 2022’yan de li her qadê li ber xwe dan û wiha got: “Di her 365 rojên salê, di her hefte û di her saeta salê de jinan li ber xwe dan. Dê sala 2023’yan bibe sala bidawîkirina tecrîdê, vekirina deriyên girtîgehan û sala serkeftinê.”

  • img

    Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike

    Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî got ku siyaseta Tirkiyeyê sala 2022’yan bi tecrîd, şer û operasyonên tesfiyekirinê derbas kir û wiha got: “Ev siyaset ji bo tu pirsgirêkan nabe çareserî. Dê sedsala duyemîn bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike. Ev yek jî bi fikrên birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”

  • img

    Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû

    Polîtîkaya necezakirinê mohra xwe li sala 2022’yan da. Li girtîgehan herî kêm 75 girtî hatin qetilkirin, dozên têkildarî cînayetên kiryarnediyar yek bi yek ketin, cînayetên jinan û qedexeyên li ser zimanê kurdî zêdetir bûn.

  • img

    Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand

    Berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 3 meh li pey xwe hişt. Di êrişên rejîma Îranê de heta niha 469 kes hatine qetilkirin, 15 hezar kes hatine binçavkirin û 2 ciwan jî hatin bidarvekirin. Rojnameger Êrfan Geylanî da zanîn ku agirê ku jin û ciwanan vêxistî rejîm ji bingehê ve hejandiye.

  • img

    Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber

    Bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 21 meh in tu agahî jê nayên girtin, di nava salê de zêdetirî 2 hezar û 500 parêzer û siyasetmedaran serî li Wezareta Dadê dan. Bi sedan çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan hate kirin.

  • img

    Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn

    Şerên berjewendiyan ên hêzên kûrewî di sala 2022’yan de hevsengiya cîhanê serûbin kir. Ji ber şeran bi milyonan kes koçber bûn û berxwedana li dijî xizantiyê jî mohra xwe li salê da.

  • img

    Ruhê ciwanan li her derê ye

    Di tevahiya sala 2022’yan de ciwan li dijî polîtîkayên fihûş, tiryak, sîxûrkirin û pişaftinê li kolanan bûn. Ji Meclisa Ciwanan Amed Can Uçar diyar kir ku di sala pêş de rojeva wan a sereke dê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

  • img

    Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike

    Akademîsyen Ozgur Muftuoglû diyar kir ku sala 2022’yan bi deyn, enflasyon, bêkarî û xizaniyê derbas bû û wiha got: “Mîna salên berê, yên ku di sala 2022’yan de qezenc kirin dîsa sermayeya tekedest û derdora îktîdarê bû. Encam, girêdayî têkoşîna çînîtiyê û gelan e. Nexwe ev rewş dê heta barbariyê biçe.”

  • img

    Hunerê guh neda qedexeyan!

    Qedexeyên li ser xebatên çand û hunerê mohra xwe li sala 2022’yan da û hunermend bi berhemên xwe bûn parçeyeke berxwedana gel. Nivîskar Firat Can wiha got: “Dema huner dibe parçeyeke berxwedanê, wê demê di nava civakê de tê pejirandin.”

  • img

    Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!

    Ji ber çavsoriya kar a îktîdar û sermayedaran, krîza ekolojîk di sala 2022’yan de hêj girantir bû. Ekolojîst Denîz Gumuşel got ku çawa mirov li dijî krîza aborî têdikoşin, xweza jî li dijî talanê têdikoşe.

  • img

    Jin di nava têkoşînê de bûne yek

    Her çend ku di sala 2022’yan de êrişên li dijî jinan zêde bibin jî hevdîtinên bo israra di têkoşînê de û piştevaniyê derketin pêş. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mohra xwe li vê salê de û gotina “Sedsala 21’an sedsala jinan e” bû sembol.

  • img

    Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin

    Karkeran di sala 2022’yan de têkoşîna xwe ya maf a li dijî sermayedarên ku ji ber polîtîkayên îktîdarê hêj dewlemendtir bûn, mezintir kir. Karkeran, bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” çalakiyên xwe pêk anîn û bi karmendan paşvegav dan avêtin.

  • img

    Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike

    Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku siyaseta kurd û dostên wan di nava salê de bûne diyarkerên pêşeroja welêt û wiha got: “Divê hêzên Tifaqa Ked û Azadiyê mîna bezvanên maratora 100 mîtroyan bilez û berxwedêr bin.”

  • img

    Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’

    Di nava salê de ji ber krîza aborî ya di dema Covîd-19’ê de, 2 hezar û 417 bijîşk çûn derveyî welat, peydakirina 650 dermanan pir zehmet bû û herî kêm 398 bûyerên tundiyê pêk hatin. Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten wiha got: “Ji bo civakeke bitendurist divê derbasî pergaleke nû bibin.”

  • img

    Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû

    Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 21 sal in di tecrîda giran de dijî. Tecrîda 21 sal in li Îmraliyê didome, li hemû Tirkiyeyê belav bû. Li aliyê din ji bo tecrîd bi dawî bibe li gelek welatên ewropa û cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê 31 roj in di greva birçîbûnê de ne.

LÊGERÎN