Hunerê guh neda qedexeyan!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Qedexeyên li ser xebatên çand û hunerê mohra xwe li sala 2022’yan da û hunermend bi berhemên xwe bûn parçeyeke berxwedana gel. Nivîskar Firat Can wiha got: “Dema huner dibe parçeyeke berxwedanê, wê demê di nava civakê de tê pejirandin.” 
 
Yek ji hêmayên bingehîn ên ku rengê civakekê diyar dike, çand û huner e. Lewma jî ji destpêka mirovahiyê heta niha yek ji qadên di serî de dibe hedefa îktîdaran jî ev qad e. Ev erdnîgarî, erdnîgariyeke cihêreng e ku gelek gel û baweriyên cuda bi hev re lê dijîn û duh jî îro jî her tim polîtîkayên yekkirinê li ser hatin ferzkirin. Sala 2022’yan jî bû yek ji wan salan ku ev polîtîkaye hate kûrkirin û qedexeyên ji bo xebatên çand û hunerê mohra xwe lê dan. Di nava salê de bi dehan mîhrîcan, konser û şano bi rêya rayeyên ku OHAL’ê dayîne walîtiyan hatin qedexekirin. 
 
QEDEXEKIRINA HUNERÊ
 
Para herî mezin a van qedexeyan bû para çand û hunera kurdan. Ji bo qedexekirina xebatên hunermendên kurd hinceta “Dê gefê li ser ewlehiya cemaweriyê çêbike” hate nîşandan û xebatên hunermendên muxalîf jî bi îdiaya “Nêrînên wan ne mîna yên me ne” hatin qedexekirin. Ji Mîhrîcana Rock’ê ya Zeytînlîyê heta Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê û Mîhrîcana Ekolojî ya Çiyayên Kazê, gelek hevdîtin hatin qedexekirin an jî betalkirin. Ji Aynûr Dogan heta Metîn-Kemal Kahraman, Apolas Lermî, Mem Ararat, Îlkay Akkaya, Kadir Çat û Melek Mosso, konserên gelek hunermandan hatin astengkirin. 
 
Konsera Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) ku dê bi boneya 31’emîn salvegera damezirandina xwe bi dirûşma "Em ê Bêjin” di 17’ê kanûnê de li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli li dar bixista jî ji hêla Qeymeqamtiya Kuçukçekmece ya Stenbolê ve bi îdiaya “Dê pergala cemaweriyê û asayîşa giştî xerab bike” hate qedexekirin. Hunermendên ku beriya konserê hatin pêşiya eywanê jî hatin binçavkirin. MKM’iyên ku guh nedan biryara qedexeyê, li qadeke din stranên xwe striyan. 
 
Îktîdara ku ji bilî çalakiyên xwe tevahiya çalakiyên din qedexe kir, li Kurdistanê bi rêya qeyûman an jî bi destê “karmendên kurd” ên weke Dosso Dossî mîhrîcan li dar xist. “Mîhrîcanên” ku li deverên weke Bazîd, Cizîr û Sûrê yên ji bo gelê kurd xwedî cihên dîrokî û bi nasnameya xwe ya berxwedêriyê tên naskirin hatin lidarxistin, rastî bertekên tund hat. 
 
ZIMANEKÊ KU DENGÊ WÎ TÊ QUTKIRIN
 
Li gel muzîk û hunera kurdî, her wiha zimanê kurdî jî ji van qedexeyan para xwe girt. Gelek çalakî bi hinceta kurdî hatin betalkirin û ji Meclisê heta televîzyonan, di gelek qadan de mîkrofonên kurdan hatin girtin. 
 
DI SÎNEMAYÊ DE ŞÊWEYÊ SANSURÊ YÊ NÛ
 
Sansûra di qada sînemayê de jî hêj didome. Li hêla din Wezareta Çand û Turîzmê alîkariya fînansî ya dabû fîlmê “Rojên Ziwa (Kurak Günler)” ê ji hêla Midûrê Giştî yê Sînemayê Emîn Alper ve hatiye kişandin tevî faîza qanûnî paşve xwest. Fîlmê, di gelek mîhrîcanan de xelat wergirt û sepana ku li ser hatiye ferzkirin jî rastî bertekan hat. Fîlm, di 9’ê kanûnê de hate weşandin û ji hêla gelek kesan ve hate temaşekirin. Sînemageran jî diyar kirin ku divê li dijî sepanên zextê “Navenda Sînemaya Neteweyî ya Xweser” were avakirin. 
 
Tevî polîtîkayên astengkirin û qedexeyan ên îktîdarê jî hunermendan berhemên nû afirandin. Li Wan û Amedê mîhrîcanên şanoyê hatin lidarxistin û ji bo raperîna li Îranê ku Rojhilat pêşengtiyê jê re dike stranek hate çêkirin. Stran û klîba “Serêkaniyê û Avaşîn” ku bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî HPG’iyan bi kar tîne û encamên wê tên vegotin, bû yek ji wan berheman ku bandora xwe li salê da. 
 
Têkildarî feraseta qedexeker a li dijî çand, huner û ziman ên di sala 2022’yan de em bi nivîskar Firat Can re axivîn. 
Qedexeyên li ser çand û hunerê di sala 2022'yan de zêde derketin pêş. Konser, şano û mîhrîcan bi sedemên weke “ewlekariya cemaweriyê” hatin qedexekirin. Hûn qedexekirina xebatên çandî çawa dinirxînin? 
 
Em dizanin ku li dijî ziman û çanda kurdan bêtehemûliyeke mezin heye û ev bêtehemûlî di tevahiya sala 2022’yan de jî dom kir. Di bingeha vê de jî dijminatiya li dijî kurdan heye ku ev dijminatî di genên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê de hene. Di sedsala dawî de li dijî kurdan polîtîkayên qirkirin û pişaftinê yên pir mezin hatin meşandin. Divê em qirkirinê bi du şêweyan binirxînin. Yek ji wan qirkirina fîzîkî ye. Ev şêweye li gelek deveran ceribandin. Dema dîtin ku bi vê rêbazê nikarin encamekî baş bi dest bixin, îcar dest bi şêweyê din ê qirkirinê kirin. Her çend ku desthilatdarî guherîbin jî, ev polîtîkaye her domandin. Lingê duyemîn ê qirkirinê jî qirkirina çandî ye. Qirkirina çandî li gorî ya fîzîkî êrişeke pir kûrtir e ku bi hûr û kûr tê kirin. Yek ji hêmanên bingehîn ku mirovan dike mirov jî çande. Dema em çandê bi awayekî teng digirin dest wê demê em digihijin ziman. Mirovek, civakek, gelek bi zimanê xwe dikare hebûna xwe bidomîne. Heke hûn kurd bin, hûn dikarin bi zimanê xwe yê dayikê hebin. Di vê çarçoveyê de li dijî çand û zimanê kurdî dest bi polîtîkayeke qirkirina çandî ya sîstematîk kirin. 
 
 
 Îktîdar guherîn lê polîtîkayên ku li ser bingeha dijminatiya kurdan ên cih didin qirkirina çandî berdewam kirin. Ji ber ku nekarîn ji qirkirina fîzîkî encamekî bi dest bixin, polîtîkaya qirkirina çandî domandin. Ev êriş, bi kûrtir û ziravtir kirin. 
 
Dibe ku îktîdar guherîbin lê belê ev sed sal in polîtîkayên ku li ser bingeha dijminatiya kurdan ên cih didin qirkirina çandî berdewam kirin. Duh CHP bû. Îro jî tifaqa AKP-MHP’ê ye ku dijminatiya li dijî nasname û çanda kurdan bi polîtîkayeke deh qet girantir dimeşîne. Ev dijminatî bi taybet jî di salên dawî de pir dijwartir kirin. Li Amedê navên gelek deveran ên bi kurdî guherandin. Konserên kurdî hatin qedexekirin. Erdogan, bi gotinên xwe yên 20 sal in dike re bingeha vê amade kir. Erdogan, gotina “yek ziman, yek dewlet, yek milet, yek al” ji Hîtler bêhtir bi kar tîne. Dema ku we got yek ziman, jixwe hûn deriyên xwe li zimanên din digirin. Ka ji bo vê gotinê çi pêwîst bike, Erdogan jî dest bi wan tiştan kir. Di sala 2022’yan de her tiştekî aydê ziman û çanda kurdan hat qedexekirin, zext li ser kirin û cihêkarî li dijî hate kirin. Çendek roj berê di 17’ê kanûnê de MKM’ê bi boneya 31’emîn salvegera xwe bernameya pîrozbahiyê amade kiribû. Bi helwesteke “terorîzekirinê” ev konser hat qedexekirin. Ev yek, bû lûtkeya bêtehemûliyê. 
 
 Li gel hunermendên kurd, her wiha hemû çalakiyên derdorên muxalîf jî hatin qedexekirin. Ji hunermendên popê heta mîhrîcanên rockê, her tişt tevî vê lîsteya qedexeyan kirin. Asta ku ev qedexeye gihaştinê hûn çawa dinirxînin? 
 
Sepanên li dijî kurdan bi peywira kaxiza turnusolê radibin. Îktîdar ji ewilî li kurdan dixin û dema li dijî vê bertekek nehat nîşandan, wê demê li ser muxalîfan diceribînin. Erdogan digot; “Em bûn îktîdar, ev demekî dirêje îktîdara xwe didomînin lê ji hêla çandî ve em nebûn îktîdar.” Bi vê gotina xwe vê fermanê dide dewletê; “çandên din bieciqînin, bêbandor bikin û divê çanda me serwer bibe.” Weke gel me çawa ku ev yek bi ser xistibe, me nehişt çanda olperest-faşîst a AKP’ê serwer bibe. Di vê mijarê de yên ku herî zêde li dijî AKP’ê li ber xwe dayî gelê kurd bû. Îktîdar, li ser her kesê muxalîf van polîtîkayên xwe yên zextker û faşîzan ferz dike. Her sedemê jî ji vî alî ve vediguherîne firsendekê. Li ser Cadeya Îstîklalê muzîkjen hebûn. Ne tenê muzîkjenên kurd lê yên ji çandên cuda jî hebûn. Îktîdarê gelek caran hewl dan wan ji wir rake. Piştî wê teqîna ku her kes pê dizane bê ka kê kiriye jî hatin qedexekirin. Heta teqînê jî dike firsend û li dijî kurdan û muxalîfan weke amûrekê zextê bi kar tîne. 
 
 Li hêlekê mîhrîcan tên qedexekirin û li hêla din jî qeyûm li Kurdistanê mîhrîcanan li dar dixin. Ev mîhrîcan bi destê çendek karmend û hunermendên kurd hatin kirin. Gelo mebesta ji vê çi bû? 
 
 
Her çende ku dibêjin bi pêşengtiya Dosso Dossî tên lidarxistin jî lê ev mîhrîcan polîtîkaya dewletê ye. Ev, xizmetê ji polîtîkaya dewletê re dikin. Armanca wan, qirkirina çandî ye. Divê hunermend nebin amûreke van polîtîkayan. 
 
“Kurdê” ku dewletê afirandî heye. Em dikarin ji wan re bibêjin “kurdên” dewletê. Anku derdora ku serî li ber dewletê ditewîne û kurdbûna wan jî ji hêla siyasî ve tê bikaranîn. Di demên dawî de bi destê qeyûman, şîrketeke bi navê Dosso Dossî ku nayê zanîn bê ka çi ye, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê mîhrîcan hatin lidarxistin. Ji bo kesên xizmetê ji dewletê û polîtîkayên îktîdarê re dikin her tişt serbest e. Di vê çarçoveyê de birayên bi navên Hîkmet û Ahmet Eraslan ku xwediyên Dosso Dossî ne weke karmend tên zanîn. Ji wêneyên ku bi serokê Şaredariya Agiriyê û wezîrê karên hundir re kişandin diyar dibe ku ev kes xizmetê ji polîtîkayên dewletê re dikin. Ya sêyemîn jî şaredariyên di destê qeyûman de, midûriyetên perwerdeyê yên neteweyî û qeymeqamtî li deverên ku ev kes mîhrîcanan lê li dar dixin derfetên bêsînor pêşkeş dikin. Her çend ku dibêjin bi pêşengtiya Dosso Dossî tên lidarxistin jî, lê ev mîhrîcan polîtîkaya dewletê ye. Li Kurdistanê niha pêvajoyeke asayî nîne.  Li Cizîr, Gever û Nisêbînê sê kes bên ba hev, raste rast li GBT’a wan tê nihêrtin û nahêlin du kes bi hev re bimeşin. Dewleta ku nahêle 4 parlamenterên ku parêzbendiya wan heye heta deverekê bimeşin, destûrê dide ku bi hezaran kes bi pêşengtiya Dosso Dossî bên ba hev. Hunermendên kurd li van mîhrîcanan tên vexwendin. Bi taybet jî divê hunermendên tên naskirin nebin amûrên van polîtîkayan. Armanca ji vir ne ew e ku çanda kurdî belav bikin. Dixwazin ji hêla çandî ve kurdan qir bikin. Lewma jî divê mirov van polîtîkayan di vê çarçoveyê de binirxîne û wisa nêz bibe. 
 
Ji ber ku birayên Eraslan ji Bazîdê ne û gelek kesên naskirî ji hêla dewletê ve hatibûn vexwendin, organîzasyona li Bazîdê gelek bal kişandibû. Lê piştre heman organîzasyon li Cizîr û bajarên din hatin domandin û vê jî rê li ber bertekan vekir. Dema mirov bajarên hatin hilbijartin dinihêre, gelo mirov dikare bibêje polîtîkayeke taybet hatiye meşandin? 
 
Ji demên berê heta niha her tim kurd li dijî hev hatin bikaranîn. Dema em li serhildana Bedirxan Begê dinihêrin; sedema têkçûna wan Yezdanşêr e ku ew jî kurd bû. Di serhildana Şêx Seîd de dîsa kurd li dijî hev hatin bikaranîn. Jixwe AKP di vê mijarê de pir serkeftî ye. Her tim polîtîkaya ku kurdan li dijî hev dide şerkirin bi kar tîne. Qet nebe li mîhrîcana Bazîdê ya ku wan birayan li dar xistî hinek hunermendên muxalîf û demokrat jî tev li bûn. Di vê mijarê de gelek sergehiştî nebûn. Divê mirov di ferqê de be ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide weke ku li Kurdistanê her tişt asayî be nîşan bide. Sedema mîhrîcanan jî ev e. Dixwazin di binhişê gel de nêrîneke weke; “Ew der ji terorê hatin paqijkirin, êdî mîhrîcan tên lidarxistin, jiyana asayî didome” bidin avakirin. Nexêr, jiyaneke asayî li vir tune ye. Heta çendek meh berê hestiyên ciwanekî di tûrikekî de radestî malbata wî hatin kirin. Hêjta cenazeyên mirovan li wir hene. Ji Sûrê hêj niha jî hestî derdikevin. Li Cizîrê devera ku cenaze lê hatine definkirin park hate çêkirin. Di rewşeke wiha ya şer de tiştekî ji rêzê nîne ku gel weke ku her tişt asayî be biçe li ser wan hestiyan xwe bihilavêje. Ev rewş, rewşeke asayî nîne. Mebesta wan piştî mîhrîcana Bazîdê hat fêmkirin lewma ewqas bertek pêş ketin. Hinek hunermendên kurd ji xeletiya xwe vegeriyan. Heke pirsgirêka heyî bihata çareserkirin, bi rastî jî dikariyan mîhrîcan li dar bixistina. Lê li vir hêjta şer heye û mirov nikarin xwe îfade bikin. Dema sê kes diçin cihekê GBT’a wan tê kirin lê hûn weke ku her tişt asayî be mîhrîcanan li dar dixin. Cenazeyên mirovan hêjta li wir in. Ev rewş, dilê dayikan zêde diêşîne. Dema ku li vir gelek tê kuştin, hûn xwe li ser cenazeyên wan dihilavêjin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Dive her kes di ferqa vê de be. Lê dewlet vê polîtîkayê bi zanebûn dimeşîne. Birayên Eraslan jî fîguranên vê polîtîkayê ne. 
 
Êrişên li ser kurdî di tevahiya salê de domiyan. Li Meclisê mîkrofon hatin girtin û di girtekan de weke “zimanê nayê zanîn” hate qeydkirin. Di bernameyên televîzyonan de dengê kurdî hat qutkirin. Gelo divê ev nêzikatî çawa were nirxandin? 
 
 
Dema em li rûyê Erdogan dinihêrin, di heman demê de rûyê Bahçelî dibînin. Dibêjin qey dê bi rêya Soylu û Akar tiştekî bi ser bixin. Lewma jî êrişî ziman dikin. Dema zimanek nebe, wê demê bi navê civakê jî tiştek namîne. 
 
Dema em li rûyê Erdogan dinihêrin, di heman demê de rûyê Bahçelî dibînin. Ji hêla polîtîk ve bûne yek. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, bi pêşengtiya Erdogan-Bahçelî û bi piştgiriya Soylu û Akar hewl didin tişta ku sedsale nekarîn bi ser bixin niha bi ser bixin. Vê hêviyê belav dikin. Lewma jî bi taybet êrişî ziman dikin. Lewma ziman pir girîng e. Ziman, bedene û heke ziman nebe, bi navê civakê tiştek namîne. Weke ku min di serî de jî gotibû, polîtîkaya xwe ya sedsalî li ser dijminatiya kurdan didomînin. Lê em dikarin bibêjin lûtkeya vê dijminatiyê, pêvajoya 20 salên dawî ye. Her çend ku qala çendek pêvajoyên weke çareserî û hwd. bê kirin jî, AKP’ê tenê ji bo xurtkirina îktîdara xwe ev pêvajo dan destpêkirin. Dema dibêje “yek ziman” qala tirkî dike, dema dibêje “yek milet” qala tirkan dike. Dema dibêje “yek ol” jî qala îslamiyetê dike. Lewma dema kesek li Meclisê bi kurdî diaxive, weke dijmin dibînin. Dema kesek hewl dide xwe bi kurdî îfade bike, sansûr dikin an jî bername tê girtin. Hûn rojnameya Azadiya Welat ku weşana xwe bi kurdî dikir qedexe dikin. Niha rojnameya Xwebûnê heye ku weşana xwe bi kurdî dike lê xebatkarên wê tên binçavkirin, gefan li ajokarên otobûsan ên rojnameyan dibin û tînin dixwin. Heke ziman ji holê rabe, ji xwe her tişt ji holê radibe. 
 
 Li dijî polîtîkayên qedexeker ên îktîdarê, hunermendên kurd jî bi berhemên xwe bersiv dan û li ber xwe dan. Tevî astengiyan jî mîhrîcan û şano hatin lidarxistin û berhemên nû hatin weşandin. Gelê kurd di sala 2022’yan de “berxwedaneke hunerî” ya çawa raber kirin? 
 
Gelên Tirkiyeyê bi taybet jî di nava 20 salên dawî de rastî gelek zextên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hatin. Lê li dijî vê berxwedaneke mezin jî raber kirin. Divê mirov vê yekê pir bi eşkere bibêje; kurd dev jê bernadin. Kurdan gelek pêşengên faşîstan avêtin sergoya dîrokê. Lewma jî hûn nikarin bi hêza polîs, hêzên ewlekariyê û zordestiyê kurdan ji mafdariya wan lêve bikin. Dema mirov xwe hinek vedibêjin, hûn diavêjin zindanan. Bi girtîgehan gefê dixwin lê gelê kurd zindanan jî vediguherînin qadên berxwedanê. Li wir dinivîsin û hildiberînin. Ev yek dike ku têkoşîna li derve mezintir bibe. Vaye tişta ku çendek roj berê li Stenbolê hatiye kirin jî ev bû. Konsera salvegera 31’an a MKM’ê hate qedexekirin. Lê ma MKM’ê dev jê berda? Na. Gotin ku çi dibe bila bibe em ê vê konserê bidin û li rêxistina navçeya Bagcilarê ev konser dan. Bi pêşengtiya Şanoya Bajar a Amedê li Amedê mîhrîcan hat lidarxistin, li Wanê mîhrîcana şanoyê hat lidarxistin û tevlibûneke xurt çêbû. Gelek rewşenbîrên ku pêvajoyên xwe yên zehmet kirin pirtûk, pirtûkên xwe anîn ba hev û gotûbêj kirin. Kurd, dev jê bernadin. Ji ber ku mafên kurdan mafên rewa ne û dev ji têkoşîna bo van mafên xwe bernadin. Hûn çiqas ditirsînin bitirsînin lê dîsa jî dev jê bernadin. Ez dixwazim gotina xwe bi vê şibandinê bidomînim; erê rast e Dehaq hene lê Kawayên Hemdem ên li dijî Dehaqan li ber xwe didin jî hene. Nemrûd hene lê li dijî wan Îbrahîm jî hene. Zeus hene lê li hemberî wan Promatheus ên li ber xwe didin jî hene. Anku bi awayekî xwezayî heke tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hebe, li dijî wan jî gelê kurd û dostên wan ên berxwedêr hene. 
 
Em dibînin ku di qadên hunerê, muzîkê de gelek berhemên nû dertên. Ji bo berxwedana gel a li Rojhilat stran hatin çêkirin û her wiha berhema têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî gelek bal kişand û bû rojev... 
 
 
 Dema ku huner bû parçeyeke berxwedan û têkoşînê, di nava gel de vediguhere nirxekî giranbiha. Hunergeha Welat û Awazê Çiya ji ber ku dibin parçeyeke berxwedan û têkoşînê, di nezara kurdan li cihekî girîng cih digirin. 
 
Hunera ku ji hêla gelê kurd ve di salên 1990'an de derketî holê, bûbû parçeyeke berxwedan, civak, serhildan û raperîna gel. Dema wisa dibe jî hunermend bûn wijdana gel. Hunera ku diafirandin bandoreke mezin li ser civakê kir. Têkoşîna kurdan û muxalîfên demokrat, dema nebû parçeyeke hunerê, wê demê valahiyeke pir mezin derdikeve. Yek ji sedemên ku di sala 2022’yan de gel xwedî li hunerê dernekeve jî ev bû. Feraseta hunerê ya ku bi têkoşîna heyî re dibe yek, ji hêla gelê kurd ve hat pejirandin. Dema em qala salên 90'î dikin, sedema ku Agirê Jiyan, Koma Çiya û komên din ewqas bên naskirin ew bû ku bûbûn parçeyeke têkoşînê. Feraseteke wisa hebû ku dema tiştekî herî biçûk jî pêşdiket hunera wê dihat kirin. Di esasê xwe de di navbera salên 2010-2022’yan de di vê mijarê de qelsbûnek çêbû. Terzekî ku ji berxwedanê dûr dikeve, ji feraseta komiyê dûr dikeve derket pêş. Lê em dibînin ku bi sala 2022’yan re ev ruh dîsa zindî bû. Di esasê xwe de heke Hunergeha Welat îro ji hêla gel ve were pejirandin, sedema wê ew e ku bikaranîna çekên kîmyewî bêhtir şênber dikin û belav dikin. Pênaseya hunera şoreşger ji bo vê rastir e. An jî Awazê Çiya, heke îro ewqas hatibin pejirandin, sedema wê ewe ku bûne parçeyeke berxwedan û têkoşînê. Dema huner bû parçeyeke berxwedan û têkoşînê, wê demê ji hêla gel ve pir zêde tê pejiranidn. Li Rojhilat piştî qetilkirina Jîna Emînî berxwedanek pêş ket. Em dibînin ku civakên aryenî li wir li dora dirûşmekê bûne yek û li tevahiya cîhanê belav bû. Di esasê xwe de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” gelemperî ji hêla Bakur ve tê bikaranîn lê îro li Rojhilat û tevahiya cîhanê belav bû. Hunermendan jî berhemên xwe li dora vê dirûşmê afirandin. 
 
Di hunerê de têkoşîna alternatîfbûnê ya li dijî rewşa tê ferzkirin dikare çawa bê mezinkirin û heke ev yek bibe dê encamên çawa bi xwe re bîne? 
 
Dema mijara behsa xeberê bû mafên bingehîn û polîtîk, divê mirov bizane ku îktîdar van mafan nade. Heke neyên dayîn, wê demê hewceya vebijêrkên alternatîf bên peydakirin. Em ne li wê bendê ne ku ev dewlet têkildarî çand û zimanê kurdî gavên erênî biavêje. Em bibêjin divê ji ewil her kes li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive. Di esasê xwe de perwerdeya bingehîn li malbatê dest pê dike. Divê weke karê ewilî em navên kurdî li zarokên xwe bikin, bi wan re bi kurdî biaxivin, navên gund, tax û bajaran bi kurdî bibêjin. Divê mirov ji Amedê re bibêje Amed. Dibe ku zarok biçe dibistanê û tirkî lê were ferzkirin lê dema tê malê hewceye em pê re bi kurdî biaxivin. Divê mirov saziyên ku ew zarok bikare zimanê xwe lê hîn bibe û pêş ve bibe ava bikin. Divê kesek xwe li benda kirina kesekê din negire û em tevek pê dizanin ku ev pêvajoyeke. Tişta ku em jê re dibêjin şoreş, pêvajoyeke. Pêvajoyeke ku tê avakirin û wisa tê pêşxistin. Divê mirov nebêje bila tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê biçe û dê her dever bibe bihûşt. Divê mirov bêhtir têbikoşe û dema vê dike jî teqez saziyên alternatîf ava bike. Saziyên şanoyê yên alternatîf hene û divê gelê me teqez biçe. Saziyên ku bikarin zimanê xwe lê hîn bibin hene. Amed û Stenbol di vê mijarê de pêşengtiyê dikin. Di vê çarçoveyê de divê teqez lêkolînan bikin û tu bendewariya wan ji dewletê nebe. 
 
Gelo peyama we ya ji bo sala nû çi ye? 
 
Di wê baweriyê de me ku weke gel em ê van rojên tarî teqez derbas bikin. Xalidê Cîbranî wiha dibêje; “Di dawiya her tarîtiyekê de teqez ronahî heye.” Ev 7-8 sal in me êşên gelek mezin jiyan. Rastiyek heye ku li dijî van êşan li her devera Kurdistanê û cîhanê têkoşînek tê dayîn. Dema me berê xwe da têkoşeran, wê demê li gorî min dê gelê kurd serkeftinê bi dest bixe. 
 
MA / Dîcle Muftuoglû