Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
- polîtîka
- 16:59 05/2/2024
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi boneya yekemîn salvegera erdhejê çû serdana Mereşê. Hatîmogûllari, di serdanê de wiha got: “Ev salek derbas bû lê hêj jî îktîdarê kevir nedaniye ser kevirî. Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê. Kavilê herî mezin a vî welatî îktîdar bi xwe ye.”