Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
- rojane
- 14:00 05/9
Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumluyê ku di 8’ê Îlonê de li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistibûn, anîn ziman ku bi gotinên “Hûn dibêjin qey hûn ê aştiyê bibînin? Hûn ê bimirin û biçin” gef li wan hatiye xwarin. Girtî Serhat Karasu, dema zext û gefxwarin bi malbata xwe re parve dikir, telefon li ser hate qutkirin.