Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetikirin hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
- rojane
- 10:24 28/11
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan di bîranîna Tahir Elçî de axivî û got: “Bêyî ku yek gavê paşve biavêjin, em ê têkoşîna wî li cihê mayî bidomînin.”
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan di bîranîna Tahir Elçî de axivî û got: “Bêyî ku yek gavê paşve biavêjin, em ê têkoşîna wî li cihê mayî bidomînin.”
Girtiyên di Girtîgeha Kirşehîrê de ragihandin ku karmendên înfazê sûcdarên edlî li hember wan sor dikin û dibêjin "Ev terorîst in, gava li hewadariyê bin ava kelandî bi ser wan dakin."
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin diyar kir ku divê di vê pêvajoya heyî de ji bo vegeran û radestkirina çekan zagonek were amadekirin. Aydin, got heke rêzikname neyên çêkirin, dê di civakîkirina pêvajoyê de zehmetî rû bidin.
Cîgirê Şaredarê Akdenîzê parêzer Ozgur Çaglar ku hat berdan, diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re qonaxeke hiqûqî ye û xwest ku demildest gavên qanûnî werin avêtin da ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde.
Yekemîn salvegera avakirina ajansa me li ÇandAmedê bi şahiyekî hat pîrozkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di pîrozbahiyê de axivî û got: “Ev vejîn, ev rojbûn bûye rojbûna Ajansa Welat, rojbûna welatê me û rojbûna gelê Kurdistanê.”
Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku di beşa çavdêriya awarte de dihate tedawîkirin, cara sêyemîn xwîn çû ser mêjêyê wî.
Parêzerên 30 giriyên ku di operasyona bi navê “Vegerandina Jiyanê” de hatibûn qetilkirin, diyar kirin ku ev li dijî mirovahiyê ye, biryara demboriya vî sûcî ne pêkan e.
Seyfettîn Tutmaz ê PKK’î û Sadun Tutmaz ê HPG’î di merasîmê de hatin bibîranîn.
Di di danişîna doza endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr de dozger xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê were dayin.
Bi sedema nûçeya bi sernavê “Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn”, der heqê rojnameger Ahmet Kanbal de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de dozgeriyê biryara neşopandinê da.
Danişîna doza der heqê rojnamevan Elfazî Toral, Sema Korkmaz û Edanur Baydoganê de hatibû vekirin, hat taloqkirin.
Girtiyên Apoyî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, got: “Weke Apoyiyên sosyalîst komunalîst, em cejna avakirina demokratîk sosyalîst a 27’ê Mijdarê bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin.”
Belavkarê rojnameya Ogzur Gundem û kovara Ozgur Halkê Adnan Işik, di salvegera 32’yan a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.