Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin

  • rojane
  • 14:27 5 Kanûn 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Ji bo Alî Kaya yê HPG’î yê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê wî navçeya Kerboran a Mêrdînê şîn hat danîn.

 
Serdan bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseya demokratîk û gelek welatî tevlî serdanê bûn.
 
Girseya ku li avahiya navçeyê ya DEM Partiyê kom bû, ber bi Mala Şînê ya Micir Safa ve bi rê ket. Tevî mudaxileya polîsan jî meş domand, beşdar bi wêneyên Kaya û pankartên cur be cur gihiştin qada merasîmê.
Endamên malbatê girse pêşwazî kir. Piştî merasîma rêzgirtinê sersaxî ji malbatê re hate xwestin.
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday diyar kir ku ciwanên Kurd bi salane di şer de bi roleke pêşeng radibin û got, eger gelê Kurd îro tê qebûlkirin, ev bi saya şehîdan e.
 
Hevserokê DBP’ê ya Mêrdînê Abdulselam Turan jî destnîşan kir ku Kurd salên dirêj rû bi rûyê polîtîkayên înkarê man û wiha got: “Ji derveyî berxwedanê rêyek din ji ciwanan re nîne.”
 
Dayika Elî Kaya, Selîme Kaya jî ev tişt got: “Kurê min ewladê hemû gelê Kud e. Ez li ber Rêber Apo bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Bi saya wî em hatin van rojan. Ev şehîd, şehîdê her kesê ye.”
 
Serdan piştî duayan bi dawî bû.