Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin

  • rojane
  • 14:15 5 Kanûn 2025
  • |
img

MÛŞ - Rêxistina DBP'ê ya Mûşê ragihand ku ew ê li dijî şopandina polîsan û tacîza ji bo sîxurkitinê ya li ser dijî rêvebirê wan Rojhat Acar, serlêdana sûc bikin. 

 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mûşê, têkildarî şopandin û ferzkirina sîxurtiyê ya li dijî rêvebirê wan Rojhat Acar daxuyanî li dar xist. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina DBP’ê ya Mûşê hat lidarxistin, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Mûşê Sumeyye Boz, rêveber û endamên DEM Partî, DBP’ê başdarî daxuyaniyê bûn.
 
ŞOPANDIN, TACİZA LI SER MEDYA DIJÎTAL
 
Rojhat Acar ê ku di civînê de axivî, diyar kir ku li cihê kar, di xebatên partiyê de her tim bi şopandina fîzîkî, bi rêya peyama bi tacîzê re rû bi rû dimînin. Acar, destnîşan kir ku di 27’ê Mijdarê de şopandina fîzîkî zêde bûye û wiha pê de çû: “Ez bi ku de biçim min bi wesayîtê ve dişopînin û dibêjin ‘tu dixwazî em te bibin, ger tu kar bixwazî em ji te re binînin’. Ez hatim tacîzkirin.”
 
EM E PÊVAJOA HIQÛQÎ BIDIN DESTPÊKIRIN
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Bozê, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Hinek hêzên tarî, provokatîf û dijberên aştiyê ne li gorî ruhê pêvajoyê tevdigerin.”
 
Sumeyye Bozê, diyar kir ku dê li dijî tacîza Acar pêvajoya hiqûqî bidin despêkirin û der heqê wan karmendan de serlêdana sûc bikin.
 
Civîn piştî axaftinan bidawî bû.