Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
- jin
- 09:02 24/11/2023
Aktîvîsta mafên jinan Zozan Ozgokçeyê diyar kir ku divê rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin û got: "Em ê di 25'ê Mijdarê de têkoşîna xwe mezintir bikin."
Aktîvîsta mafên jinan Zozan Ozgokçeyê diyar kir ku divê rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin û got: "Em ê di 25'ê Mijdarê de têkoşîna xwe mezintir bikin."
Siyasetmedar Gulseren Yildirim ku di panela jinan axivî, bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala û got: "Tecrîd çima ev qas giran tê sepandin? Çimki ji felsefeya birêz Ocalan ditirsin. Lê ev felsefe reh ber dide."
Jinan diyar kirin ku 25’ê Mijdar salvegera sekna li dijî patriyarkayê ye û gotin: “Em ê li dijî şer, tundî, xizanî û kedxwariyê her tim jiyan û mafên xwe biparêzin.” Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê banga tevlibûnê kirin.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari ku li navçeya Defneyê bi jinên ku mexdûrên erdhejê ne re civiya, destnîşan kir ku ji bo mexdûrên erdhejê neyên jibîrkirin divê herkes dengê xwe derxîne û wiha got: “Em ê vê birînê bi hev re derman bikin.”
Li Mîdyadê têkildarî cînayeta Gulcan Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin.
Dengbêj Hediye Kalkan destnîşan kir ku dengê jinê yê ku dixwestin qut bikin bi yekem serhildana jinê ya dengbêjiyê belavî her çar aliyê cîhanê bûye û got: “Dengbêjî serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr e. Ji yek bingehên têkoşînê ye.”
Endama NAR'ê Rosy Monakiyê diyar kir ku li dijî diyarkirina çarenûsa xwe ya jinan polîtîkayên tirsnak tên sepandin û got: "Li Yewnanistanê tevgera femînîst a radîkal bihêz dibe. Tehemûla me ji bo çanda destdirêjiyê, ji bo tundî, îstîsmara zayendî û tacîzê tune ye. Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin."
Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Beritan Guneş di panela jinan de axivî. Guneşê bal kişand ser tecrîdê û got: "Heke ku pergala cîhanê biguhere, ev dê beyî jinan û paradigmaya birêz Ocalan çênebe.”
Nasim Simiari ya 7 meh berê bi hinceta tev li çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûye hatibû binçavkirin, ji bo nederxistina xwe ya dadgehê şermezar bike, dest bi greva birçîbûnê kir.
Li Wanê dê fînala çalakiyên 25'ê Mijdarê li ber Navenda Kar a Ezbercîlerê bê lidarxistin. Jinan bi dirûşma "jin, jiyan, azadî"yê hemû hevcinsên xwe vexwendin çalakiyê.
Ji fermandarên YPJ'ê Rojda Kaxre bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin, me jin rizgar kirin. Çawa ku DAIŞ ji Arîn Mîrxanan tirsiya, Tirkiye jî ji Zîlanan ditirse. Em jî wekî jinên ku mîrateya wan dewr girtiye, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin."
Endama KJAR'ê Rojîn Mukriyaniyê diyar kir ku 'jin, jiyan, azadî'yê rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji neteweyê wêdetir vekir û got: "Em dizanin ku tovên vê fikra şoreşger ji zû de aj dane. Lê divê mezintir bibin."
Endamên Piştevaniya Morê ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê ya li Îzmîrê bang kirin û diyar kirin ku wê li dijî êrişên desthilatdariyê têkoşînê mezin bikin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re qert hatin şandin û bi çêkirina zincîra mor navên jinên hatin qetilkirin hatin xwendin.