'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
- jin
- 13:25 17/9/2024
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya duyemîn salvegera şoreşa 'Jin jiyan azadiyê' daxuyanî da û wiha got: "Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê."
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya duyemîn salvegera şoreşa 'Jin jiyan azadiyê' daxuyanî da û wiha got: "Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê."
Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan anî ziman ku êdî “polîsên exlaqê” wê jinan di mijara girêdayîna laçikê de aciz nekin.
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Agiriyê Aynûr Karatay diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li qadan bin û bang li her kesî kir ku dengê xwe derxînin.
Jinên ku di 2’yemîn salvegera berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de daketin qadan gotin, “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narînê em li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in.”
Xwediya Xelata Nobela Aştiyê Nergîs Muhammedî salvegera dûyemîn ya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir û banga lidarxistina çalakiyan kir.
Ahmet Bîtgîn ê ku xwest bi çekê Dilek Bîtgîn qetil bike ji sûcê "birîndarkirina bi qestî" ceza girt û hat tehliyekirin. Dozger xwestibû Bîtgîn ji sûcê "hewldana kuştina bi qestî" bê cezakirin.
Rojnameger Pexşan Ezîzî di nameya ku bi boneya duyemîn salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" nivîsî de got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî, felsefeya jiyanê ye.”
TJK-E’yê beriya civîna Konseya Ewropayê ku dê biryara “binpêkirinê” ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binirxînin, ji endamên konseyê re name şand.
Li navçeya Rêya Armûşê jina bi navê Esma Akgullu bi awayek mirî hat dîtin.
KCDP’ê ji bo qanûna hejmar 6284’ê baş were bicihanîn kampanyaya seferberiyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê tax bi tax, kolan bi kolan çalakiyan li dar bixe.
Hejmara 81’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bi ziman û govenda xwe em ê rê nedin faşîzmê” derket.
Saziyên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bang li hemû jinan kirin ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" hembêz bikin û xwedî lê derkevin û gotin: "Em bi dengê xwe, bi dirûşmeyên xwe û bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan."
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz diyar kir ku ew ê xwedî li serhildana "Jin, jiyan, azadî" derkevin û li 365 rojan belav bikin û got: "Divê em 16'ê Îlonê diyarî azadiya jinê bikin. Ji bo vê jî divê em bitêkoşin, ji lew re ev felsefe ancax dikare wê rojê watedar bibe."
Meclisa Jinan a DEM Partiyê danezana encama Konferansa Rêxistinkirinê ya Jinan ku du rojan berdewam kir, aşkere kir. Di danezanê de hate diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ya jinan dê di Rêya Sêyemîn de bê bilindkirin.
Şaredariya Peyasê, 5’emîn Hevdîtina Keda Jinê pêk anî. Di hevdîtinê de jinan diyar kirin ku hem dixebitin hem jî bi hev re di piştevaniyê de ne.