STENBOL - Di danişîna doza cînayeta Mattîa Ahmet Minguzzî de li 2 bersûcan 24 sal cezayê hefsê hate birîn û der heqê 2 bersûcan de jî biryara beraetê hate dayin.
Zarokê bi navê Mattîa Ahmet Mînguzzî li navçeya Kadikoy a Stenbolê hate kuştin. Têkildarî kuştina Mînguzzî, doz hatibû vekirin û B.B. ji sûcên “Kuştina zarok a biqesdî” û M.A. D. û A.O. jî ji sûcê “alîkarîdayîna sûcê kuştina zarok a biqesdî” tên darizandin. Danişîna 6’an a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Edliyeya Anatoliyayê ya Stenbolê hat lidarxistin. Malbata Mînguzzî û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn. 4 bersûcên girtî jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.
Piştî parastinan, dadgehê ji ber sûcê “kuştina zarok a bi qesdî” cezayê muebbeda girankirî da B.B. û U.B. Dadgehê, bi sedema ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, cezayê her du zarokan jî daxist 24 salan. Dadgehê, ji bo bersûc M.A.D. û A.O. ku dihat îdiakirin alîkarî dane cînayetê jî biryara beraet û tehliyeyê da.