Jinên girtî: Hema bêje her hefte ceza li me dibirin
- jin
- 09:36 12/9/2018
Li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê, 22 girtiyên jin ragihandin ku hema bêje her hefte ceza li wan tê birîn. Jinan diyar kir ku li qawîşan 6 kamera hene û her çend Wezareta dadê diyar kiriye ku ev kamera bên rakirin, lê dîsa jî nehatine rakirin. Jinan destnîşan kir ku ji ber wan ser kamerayan girtiya, cezayê huceryê li 30 kesî hatiye birîn.
