Konferansa Jineolojî didome
- jin
- 11:14 13/1/2018
Yekemîn Konferansa Jineolojî, bi tevlêbûna sedan jinan di roja duyemîn de berdewam dike.
Yekemîn Konferansa Jineolojî, bi tevlêbûna sedan jinan di roja duyemîn de berdewam dike.
Konseya Bajêr a Îzmîrê, ji bo di warê mafên mirovan, riyên parastinê yên li hemberî şidetê û gelek mijarên din de perwerdehiyê bide "Bernameya Perwerdehiyê ya Mafên Mirovan a Jinê" da destpêkirin. Yek ji rêvebira bernameyê Kizbes Seyhan Aydin, got ku ev bername bernameyeke kolektîf e û hemû jin hevdu perwerde dikin.
1’emîn Konferansa Jineolojiyê bi dirûşma “Jineolojî rastiya civakê, bi xwezaya jinê ronî dike” li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir. Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di konfederasyonê de got: "Divê jin êdî zincîrên koletiyê bişkîn in."
Seroka Komeleya Jiyanê ya Jinan a Semsûrê ya bi KHK'ê hat girtin Suna Ateş, diyar kir ku divê jin li her qadê bitêkoşin û ev tişt gotin: "Ji bo me her qad, her mal û her kargeh cihê parastinê ye. Li hemberî me hişmendiyeke divê bi têkoşînê bê rûxandin heye."
Jinên Wanî bertek nîşanî kampanya "otobusên pembe" dan. Jinan diyar kirin ku bi vê kampanyayê dixwazin jinan ji ciakê dûr bixin û tacîz û îstîsmarkaran biparêzin. Jinan anîn ziman ku dê heta dawî li dijî vê kampanyayê têbikoşin.
Jinên KESK'î diyar kirin ku Diyanet bi daxuyanî û xebatên xwe îstismara zarokan, tecawiz û tacîzê rewa dike û bal kişand ser kampanyaya "Em otobusên pembe dixwazin." Jinan destnîşan kir ku koma mêran a ev kampanya daye destpêkirin cudakariyê bi pêş dixe.
Jinên Bakurê Sûriye dê di 12 û 13’ê Çile de konferansa Jîneolojî li dar bixin. Amadekariyên konferansê bi dawî bûn.
Parêzer Ceren Şîmşek "pergala navbeynkariyê" ya pêvajoya hev du veqatandinê nirxand û ev tişt got: "Dê ev pêkanîn bi taybetî di dema hev du veqetandinê de, herî zêde di warê madî de ku jin zehmetiyan dikişînin, dê di elehê jinan de bi encam bibe."
Bertekên jinan ên li hemberî daxuyanî û pênaseyên Diyanetê yên der barê zewicandina di temenên zarokatiyê de didomin. Jinan wiha pirsî: "Wê zarok çawa di vî temenî de bizewicin."
Ji 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Jinên kurd diyar kirin ku mîrasên têkoşînê ji Sakîne Cansiz girtine û dê têkoşîna wê bidomînin.
Li gelek navend û bajaran 3 siyasetmedarên jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyên bî biranîn hatin lidarxistin û jinan soza bilindkirina têkoşînê nû kirin.
Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, bertek nîşanî kampanyeya “Em ji bo jinan otobusên pembe dixwazin” a ji aliyê komek zilamên navê Înîsiyatîfa Piştevaniya Sivîlên Wanê li xwe kirin, dan.
Leşkeran êrîşî girseya li ser gora Fidan Dogan, kom bûn û Fîdan Dogan bibîr anîn kir. Leşkeran ala kesk, sor û zer a li kevirê gora Dogan hatiye pêçan jêkir û qurnefilên li ser gorê rakir.
Di 16 salên dawî de 3 hezar û 432 girtî jiyana xwe ji destan û ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene. Seyran Demîr ku bi nexweşîna pençeşêra hestî ketiye, ji ber nexweşîna xwe daketiye 35 kîloyan, yek ji nexweşên giran e ku di rapora ÎHD’ê de cih digire. Her ku diçe rewşa Demîr xerabtir dibe, lê dîsa jî nayê berdan.
Derûnas Abîdîn Balkan, diyar kir ku wê pênaseyên Diyanetê rê li ber îstismarkirina zarokan vebike û balê kişand ser vî tiştî: "Di tenduristiya zarokên ku di navbera 14-16 saliyê de dizewicin de, nebaşbûnên zayendî û ruhî peyda dibin."