Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin
- jin
- 15:12 02/5/2020
Jinên Elewî banga bîranîna salvegera 83’emîn a Terteleya Dersimê kir.
Jinên Elewî banga bîranîna salvegera 83’emîn a Terteleya Dersimê kir.
Platforma Jin Pevre Bihêz in piştî banga ji bo 1'ê Gulanê, li gelek bajaran bal kişandin ser keda jinê ya nedîbar û li malên xwe 1'ê Gulanê pîroz kirin.
Bi qanûna înfazê ya nû re gelek kesên li dijî jin û zarokan sûc kirine hatin berdan. Derûnas Gulşen Canan, bal kişand ser bandora van kesan a li ser mexdûran û got: "Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin."
Mûtlû Kaya, ji ber êrîşeke çekdarî ji 92 astengdar bû. Di êrîşeke çekdarî de jî parêzera wê û xwişka wê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Kaya, diyar kir ku ji ber ku cezayekî baş nehatiye birîn ev yek bûye sedema cinayetên nû û pirsî: "Ma jiyana jina ev qasî hêsan e."
Hevseroka HDP'a Wanê Oznûr Bartin diyar kir ku sûcdarên ku bi qanûna înfazê ya nû re rê li ber wan vebû berî ku ji girtîgehê derkevin telefonî jinan kirine û gef li wan xwarine. Bartin, got: "Ev bi her awayî rêvekirina li ber komkujiya jina ye."
Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya şewba vîrûsa corona de rapora civînên herêmê aşkere kir û daxuyaniya “Em ê tora piştevaniya jinê ava bikin; li dijî tundî û xizaniyê, dê têkoşîna mafên jinên kedkar li kolanan bimeşîn." dan.
Endamên TAJÊ’yê diyar kirin ku Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide şerê birakujiyê derxîne û diyar kirin ku ew şerê birakujiyê naxwazin û divê li dijî êrîşên dagirkeran jî kurd yekitiya xwe êdî ava bikin
Seroka Navenda Gelînçîk a Baroya Enqereyê Prz. Asli Arihan, diyar kir ku piştî zagona înfazê û berdana girtiyên edlî tundiya li ser jinê zêde bû.
Jin, ji bo ku Gulîstan Doku ya 113 rojin windaye bê dîtin wê îşev li ser medya civakî di Twîtterê de hastagê vekin.
Berdevka Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê Tahsîne Saran, bertek nîşanî guhertina zagona înfazê da û diyar kir ku bi vê guhertinê sucdarên jin û zarokan tên berdan û dîsa zarok û jin berdêla vê yekê didin.
Seroka Navenda Mafên Jina ya Baroya Mêrsînê Şîrîn Guner, anî ziman ku qanûna înfazê ya nû di cinayetên jinan de ji bo kiryaran "efûyeke sergirtî" di xwe de dihewîne û got, divê mekanîzmayên ku jinan diparêzin têkevin dewrê.
Ji KCDP’ê Hîlal Sûsûz, diyar kir ku kesên sûcên tundiya li ser jinan kirine, bi sererastkirina înfazê tên berdan û xwest ku kesên tên berdan bên kontrolkirin.
Parlamenterên jin ê di Meclîsê, ji bo Seroka Parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Rewaz Faîq name şandin û gotin: "Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em dengê xwe bilindtir bikin!"
Parêzer Sena Yazibagli diyar kir ku pakêta înfazê tenê ne faîlan bi wêrek dike di heman demê de rê li pêşiya mexdûrên tundiyê re dimînin jî digire.
Platforma Yekitiya Jinén Kurd, li dijî êrîşên ser gelê kurd û komkujiyên li ser gelê Kurd pêş dikevin, bang li hemû rêxistin, partî, dezgeh û rûsipiyên Kurdistanê kir ku kurd hevdu mihtacî degirkera nekin û got: "Bila di vê dema dijwar de aştiya navxweyî mayinde bikin. Wekî seferberiyé derfetên xwe parve bikin. Jiyana kurdekî jî bikeve xeterê dê dilê dayik û civaka kurd perçe bibe."