NAVENDA NÛÇEYAN – MED TUHAD-FED, Botan TUHAD-DER û Antalya TUAY-DER kartên sersalê ji bo girtiyan şandin û hêvî kirin ku sala nû ji bo wan bıbe sedema azadiyê.
Federasyona Komeleyên Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re kartên sersalê ji girtiyan re şandin. Nûnerên rêxistinan li postxaneyê li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê kom bûn û li ber postxaneyê daxuyaniyek dan. Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekînê ku daxuyanî da, got ku ew ji bo şandina kartên sersalê ji girtiyên di girtîgehê de li hev civiyane. Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku ew ji bo silavkirina berxwedana girtiyan û nîşandana hevgirtinê li vir in û got: "Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê, em di pêvajoyekê re derbas dibin ku tovên hêviyê tên çandin û peyva aştiyê her roj mezin dibe. Em nikarin refleksa vê pêvajoyê li girtîgehan bibînin. Binpêkirinên mafên mirovan û şert û mercên tecrîdê her roj li girtîgehan berdewam dikin. Em li vir nîşan didin ku em vê yekê qebûl nakin."
Pinar Sakik Tekîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em hêvî dikin ku sala 2026'an bibe saleke azadî, edalet û wekheviyê; em azadiya hemû girtiyên siyasî, bi taybetî jî ya birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Em Sersala hemû gelan pîroz dikin. Em dixwazin ku ev sal bibe saleke aştiyê."
Piştî axaftinê, ji Şaxa PTT'ê ya Ofîsê kartên Sersalê ji girtiyan re hatin şandin.
ŞIRNEX
Botan TUHAD-DER ji Posteya Navendî ya li Cîzîrê kartên sersalê ji girtiyan re şandin. Berî şandina kartan, endamên komeleyê li ber avahiya PTT ya li Kolana Nisêbînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên din beşdar bûn, rêveberê komeleyê Huseyîn Sedat Sulger tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir. Sulger banga beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadî"yê ya ku dê di 4'ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin kir û xwest ku sala nû ji bo girtiyan azadiyê bîne.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newrûz Uysalê diyar kir ku kart silavek ji bo girtiyên siyasî ne û got: "Bila sala 2026'an bibe sala aştî û azadiyê."
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku sala 2026'an dê bibe sala aştî û civaka demokratîk û got: "Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gel e. Bila sala 2026'an demokrasî û aştiyê bîne."
Hevserokê Botan TUHAD-DER'ê Aydin Deniz jî destnîşan kir ku ew ê têkoşînê xurttir bikin da ku sala 2026'an bibe sala ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de were misogerkirin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên wekî "Azadî ji bo girtiyên siyasî" bi dawî bû.
ANTALYA
Komeleya Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) a Antalyayê beriya şandina kartan daxuyaniyek da. Hevserokên TUAY-DER a Antalyayê Nazîme Bayhan û Necati Arslan li ber Ofîsa Posteyê ya Gullukê axivîn û gotin: "Em saleke nû ji hemû girtiyên siyasî, bi taybetî ji birêz Abdullah Ocalan re diwxazin. Em hêvî dikin ku sala nû azadî û aştiyê bîne. Em dixwazin ku di sala nû de girtiyên siyasî di nav me de bin."
Piştî axaftinê, ji girtiyan re kart hatin şandin.
