AMED - DBP’ê, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji hêla yasayî ve bê misogerkirin û tevlibûna gel a pêvajoyê xurtir bike, dê plana çalakiyan a berfireh bixe meriyetê.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) ku di 26’ê Cotmehê de li dar xistibû, parve kir. Di encamnameyê de hate gotin ku pêvajoya siyasî û xebatên partiyê bi berfirehî hatine destgirtin û wiha hate gotin: “Ji bo azadiya gelê me û avakirina civaka demokratîk, îroj roja cîbicîkirina berpirsyartiyên xwe ye.”
GEŞEDANÊN LI ROJHILATA NAVÎN
Encamname wiha domiya:
“Geşedanên ku li Rojhilata Navîn pêk tên, nîşan didin ku li hemberî polîtîkayên tundî û zextan siyaseta muzekereyan her ku diçe pêş dikeve. Mînakên Îsraîl-Filistînê û Rûsya-Ukraynayê derxist holê ku piştî pêvajoyên şer pêvajoyên ji bo aştî û çareseriyê çawa dikevin meriyetê. Hevsengiyên herêmî yên ku bandor li cîhanê dikin li ser rageşiyên hêzên hegomon ên Rojhilata Navîn û Asyayê tên sazkirin. Bi heman rengî, lihevkirina ku di navbera hêzên HSD û hikûmeta berdemî ya Sûriyê de pêk hat, wê bandorên nû li geşedanên Rojhilata Navîn bike.
BANGA OCALAN JI BO GELÊN ROJHILATA NAVÎN GAVEKE STRATEJÎK E
Îro hem di pergala kûrewî de polîtîkayên biçekkirinê her ku diçin zêde dibin û hem jî li ser siyasetên şer hevsengiyên cîhanê dimeşin. Di vê rewşê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Abdullah Ocalan, ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn gaveke stratejîk e. Xeta siyaseta demokratîk a ku birêz Ocalan pêşniyar dike, li dijî modela netewe-dewletê jiyana hevpar û azad a gelan esas digre. Nexşerêya wî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn deriyên aştiyeke mayînde û azadiyê vedike.
GAVA TEVGERA AZADIYÊ GAVEKE DÎROKÎ YE
Li ser vê esasê Tevgera Azadiya Kurd, di 26’ê Cotmehê de gaveke dîrokî ya nû avêt û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo veguhestina demokratîk îradeyeke dîrokî nîşan da. Ev îrade, li hember bişavtin û înkara sed salan daxwaza veguhestina demokratîk e. Tevgera Azadiya Kurd bi helwesta ku raber kir, ji bo nirx û hêviyên aştî, demokrasi û jiyana hevpar baweriya civakî mezin kir. Ev helwest di heman demê de li hemberî siyaseta şer a Rojhilata Navîn vexwendina çareseriya mayînde ye.
JI BO ÇARESERIYÊ ÎRADEYA YEKALÎ TÊR NAKE
Li hemberî înkar, îmha û zextên ku ev sed sal in dimeşe, sazkirina edalet, azadî û wekheviyê êdî berpirysariyeke dîrokî ye. Lê îradeya ji bo çareseriyê bi yek alî ne mimkûn e. Divê her du aliyên vê pêvajoyê bi îrade, wêrektî û biryardariyeke hevpar û mezin gav bavêjin.
DIVÊ DEMILDEST GAVÊN ZAGONÎ BÊN AVÊTIN Û KOMÎSYON BI OCALAN RE HEVDÎTÎNÊ BIKE
Ji bo pêvajo li ser esasên çareseriyê dewam bike, divê demildest bingehên zagonî bên avakirin û li ser nirxên demokrasiye pêvajo bimeşe. Ji bo vê jî divê zagonên çareserî û entegrasyona demokratîk demildest bikevin meriyetê da ku pêvajo bi serkeftî bi encam bibe. Di vê çarçoveyê de divê lijneya meclise demildest bi birêz Ocalan re hevdîtinan pêk bîne û xwedî li îradeya çareseriyê derbike. Ji bo pêşeroja pêvajoyê divê şert û mercên azadiya Birêz Ocalan di rojevê de bên girtin û azadiya wî demildest pêk bê. Ev yek wê îradeya ji bo çareseriyê bi hêztir bike û pêşeroja pêvajoyê jî bi ewle bike.
BANGA BO ÎKTÎDARÊ: DEST BIDIN DESTÊ ÎRADEYA ÇARESERIYÊ
Sazkirina aştiyeke mayînde bi bihêzkirina îradeya jiyana hevpar pêkan e. Bi vê armancê, divê tevî dînamîkên siyasî û civakî li ser esasên diyalog û lihevkirinê tevbigerin. Di vê çarçoveyê de em bang li destilatdariya siyasî dikin ku; dest bidin destê îradeya çareseriyê. Ji bo edalet, wekhevî û azadiyê, ji bo aştiyeke mayînde gavên ku wê encam bidin bavêjin.
BANGA MEZINKIRINA XWERÊXISTINKIRINÊ
Gelê Kurd bi perspektîfa civaka demokratîk ve îro li Rojhilata Navîn pêşengtiya avakirina jiyana nû dike. Têkoşîn û îradeya gelê me pêşengtiya vê pêvajoyê dike. Ji bo hêviya azadî û aştiyê pêş bikeve divê îradeya ku gelê Kurd dimeşîne, bihêztir bibe. Wek Partiya Herêmên Demokratîk em bang dikin ku; jin, ciwan û tevî gelê me rêxistina xwe mezintir bike û di vê pêvajoya dîrokî de rola xwe ya pêşeng bidomîne. Bi vê armancê divê em li tevî qadan, li tevî tax, gund û bajaran rêxistinkirina bihêz bikin û bêhtir xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Li ser vê esasê, divê her kes di avakirina civaka demokratîk û sazkirina aştiyê de roleke mezin bilîze. Avakirina civaka demokratîk ne tenê armanceke siyasî ye, modeleke jiyana nû ye ku çavakniya xwe ji hêz û îradeya cewherî ya gel digre.
BIRYARÊN CIVÎNÊ
Di vê çarçoveyê de ji bo pêvajoya Meclisa Partiya me biryar da ku em ê;
* Rêxistinên herêmî bihêztir bikin,
* Bingehên siyaseta demokratîk berfirehtir bikin,
* Bi armanca gelê me bêhtir xwedî li pêvajoyê derbikeve û bibe perçeyê pêvajoyê xebatên berfireh bimeşînin.
Bi vê armancê, em ê li bajar, navçe, gund û taxan civînên gel, xebatên perwerdeyên demokratîk, forumên ciwan û jinan li dar bixin. Bi vê yekê ve em ê perspektîfa civaka demokratîk û aştiyê ji bingeha herêmî ve birêxistin û berfireh bikin.
Bêguman ciwan û jin dînamîkên herî mezin ên veguhestinê ne. Li ser esasên nûnertiya wekhev û azad modela civaka demokratîk wê bi hêza jinan pêş bikeve. Ciwan jî wê bi erk, hêz û dilsoziya xwe ya azadiyê bibin yek ji stûnên siyaseta demokratîk.
ARMANCA ME DEMOKRATÎKBÛNA DEWLETÊ YE
Xwedîderketin û pêşxistina Manîfestoya Civaka Demokratîk a birêz Ocalan di vî warî de wek peywireke esasî di rojeva Meclisa Partiya me de cih digre. Em baş dizanin ku; aştî tenê bêdengkirina çekan nîne. Aştî, avakirina wekhevî, edalet û jiyana azad a gelan e. Li ser vê esasê armanca me; demokratîkbûyîna dewletê, bihêzkirina mekanîzmayên demokrasiyê ye.
JI BO SERKEFTINÊ DIVÊ HÊZA RÊXISTINKIRÎ YA GEL BIKEVE MERIYETÊ
Ji bo ev armancên me bikevin meriyetê îradeya siyasî ne bes e. Divê hêza rêxistinkî ya gel jî ji bo serkeftinê bikeve meriyetê. Gelê me bi têkoşîna xwe ya dehan salan, bi berdilên giran, têkoşîna xwe ya demokrasiyê îro aniye qonaxa serkeftinê. Ev pêvajo li gel gelê Kurd wê ji bo tevahiya gelên bindest bibe çavkaniya serdemeke nû ya azadiyê.
PÊŞEROJA HEVPAR BI CIVAKA DEMOKRATÎK PÊKAN E
Pêşeroja hevpar a gelan bi avakirina civaka demokratîk pêkan e. Wek Partiya Herêmên Demokratîk em car din dubare dikin ku; em ê biryardariya xwe ya ji bo siyaseta demokratîk, ji bo rêxistinkirina civakî û ji bo aştiyeke mayînde bidomînin. Bi vê biryardariyê em ê têkoşîna xwe li ser taxan, li her malan, li her kolan û bajaran bê navber bidomînin da ku dengê azadiyê, aştiyê û wejheviyê geş bibe. Bi vê helwest û têkoşînê em ê teqez serdemeke nû ya ku wê îradeya gel esas bigre, bi hev re ava bikin.”
