MÊRDÎN - Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, bal kişand ser daxwaza Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo hiqûqa veguhêz û diyar kir ku ji bo di nava civakê de bawerî çêbibe hewceye Meclis êdî sererastkirinên qanûnî bike.
PKK’ê, piştî bana dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Kongreya 12’an de biryara xwefesixkirinê da û piştre jî Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasîma çekşewitandinê li dar xist. Tevgera Azadiyê ya Kurd herî dawî jî biryara vekişandina hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo avakirina hiqûqa veguhêz, sererastkirinên yasayî bên kirin.
Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, daxwaza Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo hiqûqa veguhêz nirxand û ji bo gavên tevgerê jî got “gavên pir biqîmet in.” Duyan, got: “Rêxistinê, bi gavên xwe nîşan da ku jidil e. Aşkera kir ku êdî dora hiqûq û hiqûqnasan e. Ev bang, bangekî xwezayî ye. Hewceye êdî gavên şênber ên hiqûqî bên avêtin. Tişta jê re hiqûqa veguhêz jê re tê gotin, xebatekî entegrasyonê ye. Li gorî me êdî dora hiqûqnasan e. Divê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û hemû baroyên Tirkiyeyê têkevin dewrê û komxebata hiqûqê bidin destpêkirin.”
Duyan, da zanîn ku weke Baroya Mêrdînê dê di Mijdarê de têkildarî pêvajoyê komxebatê li dar bixin û got: “Guhertinên ewil ên di destûra bingehîn de divê çi bin? Divê çi guhertin di TMK û TCK’ê de bên kirin? Divê çi guhertin di Yasaya Înfazê de bên kirin? Divê êdî erka qanûnsaziyê li ser van mijaran biaxivin. Em dizanin her tişt wisa dê hêsan nebe lêbelê ji bo baweriya gel ava bibe, divê di yasayan de guhertinan bikin.”
'MECLIS DIVÊ ÊDÎ JI CIHEKÎ DEST PÊ BIKE’
Duyan, destnîşan kir ku Kurd ne li wê bendê ne ku yekser her tiştek bi temamî biguhere û got: “Lê dikarin biçûk jî di Qanûna Perwerdeya Milî de guhertinan bikin. Vê yekê qet nebe dê bi xwe re baweriya bi aştî û entegrasyonê ava bikira. Komîsyona li Meclisê jidil tevdigere lê ji ber ku pêvajo vedimîne, baweriya gel kêm dibe. Lewma divê rayedarên Meclisê vê xetereyê bibînin û gavên şênber biavêjin.”
'HEWCEYE NEDIYARIYA DI PÊNASEYA RÊXISTINA TERORÊ DE BIGUHERE’
Bi domdarî Duyan, anî ziman ku ji bo vegera gerîlayan divê teqez di yasayan de guhertin bên kirin û wiha pê de çû: “Piştî vegera gerîlayan jî dê pêvajoya entegrebûnê dest pê bike. Ji bo vê jî sererastkrin divê. Hewceye her du alî jî destê xwe deynin bin kevir û di mijara avêtina gavên şênber de hevdu qaneh bikin. Divê nediyariya di pênaseya têgeha ‘rêxistina terorê’ de jî bê zelalkirin. Terorîst kî ye? Li gorî kê terorîst? Di van 50 salên dawî de em dibînin ku di rewşên derqanûnî de jî hatine bikaranîn. Vê jî baweriya bi dewletê qels kiriye. Divê ev mijar were zelalkirin û tavilê di yasayan de guhertin bên kirin.”
'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE’
Duyan, diyar kir ku hewceye tevahiya civakê piştgiriyê bide pêvajoyê û berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Duyan, got ku divê hemû hiqûqnas jî îdeolojiyên xwe bidin aliyekî û ji bo pêvajoya hiqûqî sûdewer bin.
MA / Ahmet Kanbal
