ŞIRNEX - Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sîmge Yardim, diyar kir ku dibistan êdî ji bo zarokan ne qadên biewle ne û got: “Necezakirin, dibe sedem ku sûcên li dijî zarokan zêde bibin.”
“Nobeta Edaletê” ku Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şirnexê li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê li Cizîrê tacîza zayendî li gelek xwendekaran kiribû hatiye destpêkirin, di hefteya duyemîn de berdewam kir. Nobet, li Kolana Hunerê tê girtin û dê heta 20’ê Mijdarê roja danişîna Burak Ercan bidome. Her wiha dê bi meş, daxuyanî û çalakiyên cuda jî hestiyarî were avakirin.
Sekretera Jinan a Navendî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardimê têkildarî “şerê taybet”, tacîza zayendî û polîtîkaya necezakirinê axivî û banga tevlibûna danişînê kir.
'NECEZAKIRIN MEXDÛR DIKE’
Sîmge Yardimê got ku ji destpêkê vedoza îstîsmara zayendî ya li Cizîrê dişopînin û got: “Ev 6 sal in polîtîkaya necezakirinê ya di vê dozê de didome. Di her danişîn û biryarê de zarok dîsa tên mexdûrkirin. Di esasê xwe de ev ne tenê rewşekî necezakirinê ye, em bi pêvajoyeke ku di dozên îstîsmarê de faîl tên parastin re rû bi rû ne. Ev necezakirin, veguheriye xeteke ku îstîsmarkirina zarokan zêde dike. Ji zêdebûna bûyerên îstîsmar û tacîzê ya li dibistanan, Wezareta Perwerdeyê berpirsyar e. Êdî dibistan ji bo zarokan ne cihên biewle ne. Êdî veguherîne qadên vekirî yên îstîsmarê. MEB jî li şûna pêşî li vê bigire, hewl dide polîtîkayên ku zarokên keç ji dibistanê dûr dixin bixe meriyetê. Bi sepana nû re zarokên keç dê bêhtir rastî tundî û îstîsmarê bên. Ji dibistanan heta tipa edlî, daraz û Wezareta tenduristiyê, rewşeke ku necezakirinê pêş dixe heye.”
‘YA XUYA DIKE TENÊ BEŞEKE BIÇÛK E’
Sîmge Yardimê anî ziman ku sepanên hêzên ewlehiyê yên faîlên îstîsmar û tacîzê diparêzin didomin û got: “Faîl ji van sepanan hêz digirin. MEB’ê tenê peywira faîlê tacîzê (Burak Ercan) guherand. Ev jî nîşan dide ku kiriyara faîl rewa dike. Bûyerên di çapemeniyê de tên dîtin, yên doz hatine vekirin û hwd. tenê beşeke biçûk ê tacîzên zayendî ye. Em baş dizanin ku gelek bûyer hene. Pergala perwerdeyê, malbat, îdareyên dibistanan û hwd. bi ser bûyeran digirin. Êdî gihiştiye astekî wisa ku êdî nikarin ser bigirin.”
‘ZAROK BÊDENG NAMÎNIN’
Sîmge Yardim, anî ziman ku di esasê xwe de zarok bêdeng namînin lê hewceye mamoste piştevaniyê bidin wan da ku tiştên dijîn vebêjin. Sîmge Yardimê, wiha domand: “Lê em dibînin ku heta gelek caran ferq jî nakin. Ji ber vê sedemê gelek zarok rastî îstîsmarê tên.”
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ
Sîmge Yardimê, bi bîr xist ku danişîna doza faîlê tacîza zayendî Burak Ercan dê di 20’ê Mijdarê de bê lidarxistin û ev bang kir: “Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku tev li danişînê bibin. Dê têkoşîna me ya ji bo edaleta rast bidome. Li Şirnexê rastiya polîtîkayên şerê taybet hene. Bi taybet jî li dijî zarok û jinan. Hewceye li dijî vê nerazîbûneke xurt were birêxistinkirin.”
MA / Emrullah Acar
