Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin

  • cîhan
  • 12:46 25 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Resûl Geleban diyar kir ku şerê Îsraîl-Îranê li herêmê zemîna guherînê amade kir û got: “Heke PJAK, PDK-Î û Komala bibe yek, dê bikarin konfederalîzma demokratîk a mîn li Rojava ava li Îranê ava bikin.”
 
Şerê Îsraîl-Îranê ku di 13’ê Hezîranê de dest pê kir, bi bersiva Îranê û bi hedefgirtina tesîsên nukleerî ji hêla DYA’yê ve mezintir bû. Di roja 12’emîn (24’ê Hezîranê) a şer de jî agirbest hate ragihandin. Lêbelê tevî daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Trump jî nediyariya têkildarî agirbestê didome. 
 
Rojnameger Resûl Geleban têkildarî rewşa li Îranê axivî. 
 
CIVAK JI DWELETÊ BIHÊRS E
 
Geleban, da zanîn ku demekî dirêje li Îranê krîza aborî û civakî heye û got: “Ji bo em îroya Îranê fêm bikin divê em li dema berê binêrin. Mirov tenê li 3-4 salên dawî binêre jî bes e. Di çalakiyên ‘Jin, jiyan, azadî’ de me dît ku civaka Îranê ji dewletê bawer nake û li dijî wê bihêrse. Civak li dijî krîza siyasî û aborî li ber xwe dide. Ev zext, li ser çapemeniyê jî dihat dîtin. Li vir çapemeniya azad nemaye, hemû rojnamegerên azad an hatine girtin an jî neçarî koçberiyê hatine kirin. Yên mayî jî di bin tacîz û zexta dewletê de ne. Di pratîkê de rojnamegeriya lêkolîner nemaye. Lewma kesên koçkirin ji neçarî ser medyaya dijîtal hewl didin rewşa li vir vebêjin.” 
 
ŞEREKÎ PLANKIRÎ YE
 
Bi domdarî Geleban anî ziman ku sedema sereke ya şerê Îsraîl-Îranê, avakirina “serdestiya li herêmê” ye û got: “Aliyên vî şerî yên aborî, polîtîk, jeopolîtîk û îdeolojîk hene. Îsraîl dibêje ku ji çekên nukleerî yên Îsraîlê ditirse û ji bo pêşîlêgirtina wan tişta ji dest tê dike. Îran, Îsraîlê weke dewlet nas nake û li dijî wê çekan dide hêzên xwe yên wekîl. Rêxistinên wekî Hîzbullahê hene. Şer, ji bo serweriya li herêmê ye. Her du dewlet jî dixwazin li Rojhilata Navîn serwer bin. Îsraîl, piştgiriyê ji DYA û welatên Ewropayê digire û Îran jî dixwaze bi Hîlala Şîe ya li Îran, Iraq, Yemen, Sûriye û Lubnanê pêşî lê bigire. Hêzên derve piştgiriyê didin Îran û Îsraîlê lewma pêşiya şer vedibe. Îsraîl, bi piştgiriya wan vê aloziyê didomîne. Ev şer, şerekî plankirî ye û heke bi ser keve, dê heta Iraq, Sûriye û Behra Sor bidome.” 
 
HÊZÊN WEKÎL ÊN ÎRANÊ
 
Geleban, got ku êrişên Îsraîlê li ser aştiya herêmê gef in û wiha pê de çû: “Dibe ku êriş derbasî cihên din jî bibe. Îran heke bixwaze dikare bi rêya hêzên girêdayî xwe li Yemen, Sûriye, Iraq û Lubnanê şerekî klasîk bide destpêkirin. Dibe ku şirîkên wê jî tev li şer bibin û welatên Ereb jî di navbera Îran û Îsraîlê de tercîhekê bikin û tev li şer bibin. Wê demê şer dê li xakên din jî belav bibe. Tişta herî zêde em jê ditirsin, zêdebûna terorîzma herêmî ye. Dibe ku hêzên girêdayî Îranê gefê li ewlehiya cîhanê bixwin.” 
 
LI ÎRANÊ GUHERTIN HEWCE DIKE
 
Geleban, daxuyand ku li Îranê ji bilî şer gelek pirsgirêkên wê yên cuda jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha pirsgirêkên wê yên îdeolojîk jî hene. Dinya diguhere, jiyan dibe dijîtal lêbelê Îran di mijara ol û ewlehiyê de girtî ye. Ji bo ev krîza were çareserkirin divê hinek guherîn tê de çêbibe. Ev jî guherîna serweriyê ye. Di hêla avadaniya siyasî de hewcehî bi guherîneke bingehîn heye. Divê feraseta dewleta Îslamî biguhere. Divê destûra bingehîn li ser esasê demokrasiyê bi temamî biguhere. Ne tenê gelek, divê jinûve were nivîsandin. Divê piranîparêz û demokratîk be. Divê pergala otorîter biguhere. Hewceye rola herêmî ya Îranê biguhere û dev ji siyaseta zextker berde. Nexwe dê mîna Sûriyeyê bi wê bibe. Di demekî nêz de dibe ku em Îranê wekî Sûriyeya nû bibînin. Divê komên etnîkî û bawerî xwedî mafên sereke bin. Pêdivî bi peymaneke civakî ya nû heye. Divê yekperestî tune be, yeknêrîn, yek bawerî nebe. Ya herî girîng jî divê karûbarên dewlet û olê ji hev cuda bên kirin. Ev jî divê bingeha demokrastiyê be. Divê xweseriyê qebûl bike û mafên herêmên xweser nas bike. Hewceye daxwazên Beluc, Kurd, Ereb, Tirk û neteweyên din ên ji bo xweseriya siyasî, ya fermî û ziman bê qebûlkirin.” 
 
ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E 
 
Geleban, bi lêv kir ku ji bo Îranê çareseriya herî baş konfederalîzma demokratîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan di salên dawî de fikra konfederalîzma demokratîk pêş xist. Ev pergal jî ji xweseriyên herêmî, demokrasiya yekser, avadaniyeke civakî, aborî û ekolojîk pêk tê. Li Rojava ev model hate avakirin. Li şûna netewe dewleta klasîk, ev model li Îranê dikare bikeve meriyetê. Dê li vir bi ser keve. Di vê mijarê de girîng e ku partiyên Kurd hevkariyê bikin. Divê ne tenê PJAK vê modelê biparêze û hewl bide bixe meriyetê, divê PDKÎ û Komala jî vê modelê biparêzin. Heke her kes pergaleke cuda biparêze dê armancek pêk neyê. Heke li Îranê guhertinek çêbibe û ev hêz bibin yek, dikarin vê modelê ava bikin.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu
 

Sernavên din

03/07/2025
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin