Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin 2025-06-25 12:46:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Resûl Geleban diyar kir ku şerê Îsraîl-Îranê li herêmê zemîna guherînê amade kir û got: “Heke PJAK, PDK-Î û Komala bibe yek, dê bikarin konfederalîzma demokratîk a mîn li Rojava ava li Îranê ava bikin.”   Şerê Îsraîl-Îranê ku di 13’ê Hezîranê de dest pê kir, bi bersiva Îranê û bi hedefgirtina tesîsên nukleerî ji hêla DYA’yê ve mezintir bû. Di roja 12’emîn (24’ê Hezîranê) a şer de jî agirbest hate ragihandin. Lêbelê tevî daxuyaniya Serokê DYA’yê Donald Trump jî nediyariya têkildarî agirbestê didome.    Rojnameger Resûl Geleban têkildarî rewşa li Îranê axivî.    CIVAK JI DWELETÊ BIHÊRS E   Geleban, da zanîn ku demekî dirêje li Îranê krîza aborî û civakî heye û got: “Ji bo em îroya Îranê fêm bikin divê em li dema berê binêrin. Mirov tenê li 3-4 salên dawî binêre jî bes e. Di çalakiyên ‘Jin, jiyan, azadî’ de me dît ku civaka Îranê ji dewletê bawer nake û li dijî wê bihêrse. Civak li dijî krîza siyasî û aborî li ber xwe dide. Ev zext, li ser çapemeniyê jî dihat dîtin. Li vir çapemeniya azad nemaye, hemû rojnamegerên azad an hatine girtin an jî neçarî koçberiyê hatine kirin. Yên mayî jî di bin tacîz û zexta dewletê de ne. Di pratîkê de rojnamegeriya lêkolîner nemaye. Lewma kesên koçkirin ji neçarî ser medyaya dijîtal hewl didin rewşa li vir vebêjin.”    ŞEREKÎ PLANKIRÎ YE   Bi domdarî Geleban anî ziman ku sedema sereke ya şerê Îsraîl-Îranê, avakirina “serdestiya li herêmê” ye û got: “Aliyên vî şerî yên aborî, polîtîk, jeopolîtîk û îdeolojîk hene. Îsraîl dibêje ku ji çekên nukleerî yên Îsraîlê ditirse û ji bo pêşîlêgirtina wan tişta ji dest tê dike. Îran, Îsraîlê weke dewlet nas nake û li dijî wê çekan dide hêzên xwe yên wekîl. Rêxistinên wekî Hîzbullahê hene. Şer, ji bo serweriya li herêmê ye. Her du dewlet jî dixwazin li Rojhilata Navîn serwer bin. Îsraîl, piştgiriyê ji DYA û welatên Ewropayê digire û Îran jî dixwaze bi Hîlala Şîe ya li Îran, Iraq, Yemen, Sûriye û Lubnanê pêşî lê bigire. Hêzên derve piştgiriyê didin Îran û Îsraîlê lewma pêşiya şer vedibe. Îsraîl, bi piştgiriya wan vê aloziyê didomîne. Ev şer, şerekî plankirî ye û heke bi ser keve, dê heta Iraq, Sûriye û Behra Sor bidome.”    HÊZÊN WEKÎL ÊN ÎRANÊ   Geleban, got ku êrişên Îsraîlê li ser aştiya herêmê gef in û wiha pê de çû: “Dibe ku êriş derbasî cihên din jî bibe. Îran heke bixwaze dikare bi rêya hêzên girêdayî xwe li Yemen, Sûriye, Iraq û Lubnanê şerekî klasîk bide destpêkirin. Dibe ku şirîkên wê jî tev li şer bibin û welatên Ereb jî di navbera Îran û Îsraîlê de tercîhekê bikin û tev li şer bibin. Wê demê şer dê li xakên din jî belav bibe. Tişta herî zêde em jê ditirsin, zêdebûna terorîzma herêmî ye. Dibe ku hêzên girêdayî Îranê gefê li ewlehiya cîhanê bixwin.”    LI ÎRANÊ GUHERTIN HEWCE DIKE   Geleban, daxuyand ku li Îranê ji bilî şer gelek pirsgirêkên wê yên cuda jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha pirsgirêkên wê yên îdeolojîk jî hene. Dinya diguhere, jiyan dibe dijîtal lêbelê Îran di mijara ol û ewlehiyê de girtî ye. Ji bo ev krîza were çareserkirin divê hinek guherîn tê de çêbibe. Ev jî guherîna serweriyê ye. Di hêla avadaniya siyasî de hewcehî bi guherîneke bingehîn heye. Divê feraseta dewleta Îslamî biguhere. Divê destûra bingehîn li ser esasê demokrasiyê bi temamî biguhere. Ne tenê gelek, divê jinûve were nivîsandin. Divê piranîparêz û demokratîk be. Divê pergala otorîter biguhere. Hewceye rola herêmî ya Îranê biguhere û dev ji siyaseta zextker berde. Nexwe dê mîna Sûriyeyê bi wê bibe. Di demekî nêz de dibe ku em Îranê wekî Sûriyeya nû bibînin. Divê komên etnîkî û bawerî xwedî mafên sereke bin. Pêdivî bi peymaneke civakî ya nû heye. Divê yekperestî tune be, yeknêrîn, yek bawerî nebe. Ya herî girîng jî divê karûbarên dewlet û olê ji hev cuda bên kirin. Ev jî divê bingeha demokrastiyê be. Divê xweseriyê qebûl bike û mafên herêmên xweser nas bike. Hewceye daxwazên Beluc, Kurd, Ereb, Tirk û neteweyên din ên ji bo xweseriya siyasî, ya fermî û ziman bê qebûlkirin.”    ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E    Geleban, bi lêv kir ku ji bo Îranê çareseriya herî baş konfederalîzma demokratîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan di salên dawî de fikra konfederalîzma demokratîk pêş xist. Ev pergal jî ji xweseriyên herêmî, demokrasiya yekser, avadaniyeke civakî, aborî û ekolojîk pêk tê. Li Rojava ev model hate avakirin. Li şûna netewe dewleta klasîk, ev model li Îranê dikare bikeve meriyetê. Dê li vir bi ser keve. Di vê mijarê de girîng e ku partiyên Kurd hevkariyê bikin. Divê ne tenê PJAK vê modelê biparêze û hewl bide bixe meriyetê, divê PDKÎ û Komala jî vê modelê biparêzin. Heke her kes pergaleke cuda biparêze dê armancek pêk neyê. Heke li Îranê guhertinek çêbibe û ev hêz bibin yek, dikarin vê modelê ava bikin.”    MA / Bêrîvan Kutlu