Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin
- çand û huner
- 22:14 06/7/2021
Dibistana muzîkê Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin.
Dibistana muzîkê Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin.
Şaredariya Panosê, derî bi derî digere û vegotinên çîrokbêj û degnbêjan qeyd dike. Şaredarî, agahiyên ku kom dike wê di koordînatoriya nivîskar Ayhan Erkmen de veguherîne antolojiyê.
Endamên MED-DER'ê ji bo berbelavbûna kurdî çûn Bismilê û bi zarokan re çalakiyên cur bi cur li dar xistin.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto Kongreya Asayî ya 2’yemîn li dar xist. Parlamenter Feleknas Ûca di kongreyê de got divê kurd li dijî êrişên li ser ziman xwedî li zimanê xwe derkevin.
MED-DER'ê ji bo balê bikşîne ser zimanê kurdî li gundê Basrafê yê bi ser navçeya Gêlê ve şahî ji bo zarokan li dar xist.
Helbestvan Seyyîdhan Komurcu yê ku Xelata Helbestê ya Metîn Altiok wergirt, xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir.
Zarok Ma ya ku dibistana muzîkê ye wê di 6’ê tîrmehê de vebe. Perwerdekarên Zarok Ma’yê xwestin ku malbat ji bo parastina çand, ziman û muzîka kurdî bên qeydên zarokên xwe çêbikin.
Wênesaz Nurettîn Çakmak li şûna boyaxê qetran ango qîrê bikar tîne û wêneyên cuda çê dike.
MED-DER li gundên navçeyên Amedê ji bo pêşxistina zimanê kurdî û pêşî lê girtina asîmîlasyona li ser kurdî wê şahiyên zarokan li dar bixe.
Dê cihê Sînemaya Yilmaz Guney bikin park. Qeyûm Sînemaya Guney Yilmaz girtibû û piştî girtinê bi awayekî biguman şewitîbû.
Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Don Kîşot derket pêşberî şanohezan.
Weşanxaneya Na, zaravayê kurmancî ya romana Elî Hesenyanî “Karmamiz” ku bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin weşand. Roman behsa jiyana pêşmergeyekî dike.
Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikek nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car lîstika Don Kîşot bi kurdî hat amadekirin û wê di 29’ê hezîranê de promiyera lîstikê were pêşandan.
Hunermend kurd Axîn Biro yê li Girtîgeha Alanya ya Antalyayê tê ragirtin diyar kir ku ji ber ew ketiye greva birçîbûnê 15 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.
Walîtiya Rihayê dê ji bo projeya xwe ya derbarê Gola Masiyan de, kursên li Kulliyeya Destkariyê ya Rizvaniyeyê bigire. Hosteyê fîqê û perwerdekar Ahmet Ateş, xwest ew jî daxilî nav projeyê bên kirin û got: "Yan na, dê rengek ji rengê Gola Masiyan kêm bibe."