MÊRSÎN - Endamê MYK’a ÎHD’ê Bekir Sitki Keçecî ku yek ji şahidên operasyonên “Vegera li Jiyanê” ye, diyar kir ku di nava 25 salan de tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûne.
Di 19’ê Kanûna 2000’î de li girtîgehan di bin navê “Vegera li Jiyanê” de operasyoneke komkujiyê hate kirin. Di êrişê de bi dehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî bi giranî birîndar bûn. Di pêvajoya derbasbûna girtîgehên Tîpa F’yê de polîtîkayên tecrîdê, sepanên hejmartina leşkerî û lêgerîna tazî li girtiyan hatin ferzkirin. Bi ser komkujiyê re 25 sal derbas bûn lê ne hevrûbûnek çêbû û ne jî şertên girtîgehan guherîn. Berevajî vê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hêj zêdetir dibin.
Yek ji şahidên komkujiyê jî endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Bekir Sitki Keçecî bû. Keçecî, bi boneya salvegerê, têkildarî komkujiyê axivî.
Keçecî, di 21 salên girtîgehê de tev li gelek grevên birçîbûnê bû. Di sala 1999’an de li dijî hejmartina leşkerî, lêgerîna tazî û miameleya xerab ên li girtîgehên Gebze û Boluyê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û piştre jî ev çalakî veguherîbû berxwedana rojiya mirinê. Keçecî, 273 rojan di çalakiyê de cih girt. Ji ber îşkenceyên giran ên lê hatine kirin, di sala 2002’yan de bi nexweşiya sendroma Wernicke Korsakoffê ket û piştre hate berdan. Keçecî, tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî di nava têkoşîna mafên mirovan de cih girt.
'BERXWEDAN ROJ BI ROJ MEZINTIR BÛ’
Keçecî, bi bîr xist ku di 19’ê Kanûnê de bi awayekî hemwext bi ser 20 girtîgehan de hate girtin, çekên giran, madeyê kîmyewî û bombeyên gazan hatin bikaranîn û got: “Mudaxileya hatibû kirin ne jirêzê bû. Polîtîkaya gefxwarin û tepisandinê bû. Ev mudaxile sê rojan li ser televîzyonê weşandin û xwestin peyama ku berxwedana li girtîgehan têk çûye, nîşan bidin. Her wiha gefa ‘aqûbeta her kesên îtîrazê dikin dê ev be’ li civakê dixwarin. Girtiyan, gav bi gav, hucre bi hucre, qawîş bi qawîş li ber xwe dan. Wê demê ez jî li Girtîgeha Gebzeyê bûm. Cara ewil çeka Jerîko ku malê Îsraîlê ye hat bikaranîn. Amadekariyên xwe mîna biçin şer kiribûn. Yên li hundir jî ji bilî bedenên xwe yên tazî tu tiştekî wan tune bû. 30 hevalên me hatin qetilkirin. Piştre jî tîpên F’yê hatin vekirin. Berxwedan roj bi roj mezintir bûn. Dema kes ketin tîpên F’yê hejmara rojiya mirinê dora 150’an bû lê piştre derket 300,400’an û hejmara dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bûn jî zêde bû.”
'BÛ XATIRXWESTINA JI JIYANÊ’
Keçecî, diyar kir ku pêvajoya 19’ê Kanûnê mînakeke aşkera ya tundiya dewletê bû û wiha domand: “Wezîrê Dadê yê demê Hîkmet Samî Turk li xwe mikûr hat ku nekarîne berxwedanê bi temamî bişikînin. Hat dîtin ku îradeya şoreşger û sosyalîst nayê têkbirin. Navê vegera li jiyanê lê kiribûn lê navê wê bû xatirxwestina ji jiyanê. Piştî van rojiyên mirinê, ez jî di nav de gelek kes hatin berdan. Lê niha nêzî 500 kes bi sendroma Wernicke Korsakoffê dijîn.”
DI 25 SALAN DE ŞERT Û MERC GIRANTIR BÛN
Bi domdarî Keçecî got ku sedema grevên birçîbûnê yên bêdem û çalakiya rojiya mirinê, redkirina modêla girtîgehê ya xwe dispart tecrîdê bû. Keçecî, wiha pê de çû: “Bi ser re gelek sal derbas bûn lê ev polîtîkaye hêj didomin. Îro jî li dijî girtîgehên tîpên S, Y û Ewlehiya Bilind greva birçîbûnê û çalakiyên rojiyên mirinê hene. Di van 25 salan de berevajî ku şertên girtiyan sivik bibin, hêj girantir bûne. Şert û mercên girtîgehan ên niha, ji yên salên 2000’î girantir in. Ne roj heye, ne hewş heye, ne spor heye. Heta kesekî duyemîn ku tu bibînî jî tune ye. Jixwe ji ber rutûbetê her tim nexweş dibî. Bi kurtasî mesele ev e; sepana tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê niha li hemû girtîgehan ferz dikin. Lê mimkûn nîne vê îradeyê teslîm bigirin.”
HEVRÛBÛNA BI RABÛRDIYÊ RE
Keçecî, got ku divê hêviya aştiyê her tim zindî be û axaftina xwe wiha qedand: “Divê dewlet jî derbasî feraseteke çalak a pêvajoya çareseriyê bibe. Weke gava ewil jî bila girtiyên nexweş berde. Li hemberî gavên PKK’ê divê dewlet jî gavan biavêje, biryarên DMME û AYM’ê cîbicî bike û polîtîkayên qeyûm biterikîne. Heke berpirsên Komkujiya 19’ê Kanûnê bihatina darizandin, girtîgeh wiha nedibûn. Divê dewlet bi komkujyên kiriye, bi valakirina gundan, kuştinan re hevrû bibe. Divê bi îşkence, bi sûcên li dijî mirovahiyê re hevrû bibe. Dive ji kesên ji gundên xwe hatine valakirin lêborînê bixwazin û zirara wan tanzîm bikin. Aştî, bi vî awayî dikare bibe. Hêviya me ji aştiyê heye. Divê her kes jî piştgiriyê bide. Ji ber ku ji bo demokratîkbûna civakê ev şert e.”
MA / Abdulkadîr Ayten
